​​​​​​​Hiqûqnas Adil El Hadî: Divê hikumeta Şamê giliyê dewleta Tirk bike

Hiqûqnas Adil El Hadî destnîşan kir ku wêrankirina binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve, sûcekî şer e. Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî û rêxistinên civata navneteweyî kir ji bo darizandina dewleta Tirk bixebitin.

​​​​​​​Hiqûqnas Adil El Hadî: Divê hikumeta Şamê giliyê dewleta Tirk bike
2 kanûn, 2022   01:43
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Hiqûqnas Adil El Hadî yê ji Sûriyê, têkildarî êrişên vê dawiyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hedefgirtina navendên tenduristiyê û perwerdeyê, stasyonên petrolê û depoyên genim û kargeha gazê, ji ANHAʹyê re axivî.

Adil El Hadî diyar kir ku li gorî qanûnên navneteweyî, êrişên li ser qadên sivîlan û wêrankirina wan, sûcên şer û sûcên dermirovî ne û got: "Ev êriş bandorê li sivîlan dikin, dibin sedema qetilkirin û koçberkirina wan. Ev êriş li dijî exlaq û wijdanê mirovahiyê ne, her wiha li dijî qanûnên mafên mirovan û yên navneteweyî ne."

El Hadî bang li hikumeta Şamê kir ku ji ber sûcên hikumeta Tirk li Konseya Ewlehiyê gilî bike û got: “Ev erka hikumeta Şamê ye. Divê hemû rêxistinên civaka sivîl û navneteweyî yên têkildarî, rabin û fişarê li NY, Konseya Ewlehiyê bikin ku hikumeta Tirk neçar bikin êrişan rawestîne. Her wiha yên derfetê wan heye, biçin Kongreya Amerîkayê da ku rêveberiya Biden helwesta xwe li hember kiryarên Tirkiyê li dijî gelê Sûriyê biguhere.”

Der barê hincetên komeleyên hiqûqî de ku dibêjin Rêveberiya Xweser nehatiye naskirin heta bikarin têkildarî van sûcan gilî bike, El Hadî wiha axivî: “Derveyî rewşa qanûnî yan jî siyasî ya heyî ya Rêveberiya Xweser divê rêxistinên civaka sivîl erkên xwe bînin cih û sivîlên li ku derê dibin bila bibin ji êrişan biparêzin. Mijara naskirin an nenaskirin hincetek e. Ev mijareke mirovî ye. Êrişek li ser serdestiya dewletekê ye ku di qada navneteweyî de hatiye naskirin, her wiha êriş li ser sivîlan û ewlehiya wan e.”

(şx)

ANHA