​​​​​​​Komîteya Têkiliyên MSD′ê li Dêrazorê panelek li dar xist

Komîteya Têkiliyên MSD′ê li Dêrazorê bi hevkariya Meclisa Civaka Ermenî panelek bi sernavê"Êrişên dewleta Tirk li ser Bakru û Rojhilatê Sûriyê bandorên wê li ser çareseriya siyasî" li dar xist û got divê hemû aliyên Sûriyê ji bo çareserkirina krîza li welat hevgirtî bin.

​​​​​​​Komîteya Têkiliyên MSD′ê li Dêrazorê panelek li dar xist
1 kanûn, 2022   16:00
DÊRAZOR

Komîteya Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li Dêrazorê panelek bi sernavê "Êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandorên wê li ser çareya siyasî" li dar xist, di panelê de êrişên dewleta Tirk û bandorên wan li dijî ewlehî û îstîqrariya li herêmê hatin nîqaşkirin.

Panel li avahiya Meclisa Civaka Ermenî ya li herêma  Sebe Kêlo bi beşdariya nûnerên partiyan, rewşenbîr û rûspiyên eşîrên herêmê hate lidarxistin.

Hevserokê Komîteya Têkiliyên MSD′ê Enes El Merfo panel bi rê ve bir.

El Merfo wiha got: "Divê hemû hêz û pêkhateyên siyasî yên li herêmê bi hemû hêza xwe van êrişên li dijî herêmê bi dawî bikin û çareyekê ji krîza welat re bibînin."

El Mefro wiha domand: "Nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker bi hikumeta Şamê re belgeyan tevlihev dike û li pêş çareya siyasî asteng e. Ji lew re divê hemû aliyên Sûriyê li hev kom bibin û van nakokiyan derbas bikin."

Di dawiya panelê de beşdaran nîqaş kir û ev encamê derketin:

Divê werşeyeke xebatê ya berfireh were lidarxistin ku tê de tevahî rêxistin û partî hebin, da ku rola rêxistin û partiyan di teşhîrkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker de bilîzin.

Divê eniya hundirîn li hember êrişên dewleta Tirk û planên wê yên dagirkirinê bibe yek.

Divê qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ‎ li pêş balafirên şer û bêmirov were girtin.

Divê çi hevdîtin an jî dan û standinên nûnerên Rêveberiya Xweser û MSD′ê li herêmê û navneteweyî pêk tînin ji şêniyan re eşekre bikin.

Divê bang li rêxistinên navneteweyî, NY′yê û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî were kirin êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin bidawîkirin.

(fr)

ANHA