​​​​​​​Partiya Sûriya Pêşerojê û niştecihên kampên Minbicê êriş şermezar kirin

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li Şehba-Efrîn û niştecihên kampa Resim El Exder a li Minbicê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got, "Dê êriş ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibin."

​​​​​​​Partiya Sûriya Pêşerojê û niştecihên kampên Minbicê êriş şermezar kirin
1 kanûn, 2022   15:41
ŞEHBA

Partiya Sûriyê Pêşerojê li kolana giştî ya li Til Rifetê ji bo şermezarkirina bêdengiya navneteweyî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de endamên partiyê û şêniyên Til Rifetê amade bûn, pankartên "Divê  UNICEF pêşeroja zarokên me rizgar bike", "Gel ji sûc, qetilkirin û wêrankirinê rizgar bikin", "Na ji terora Tirkiyê re, na ji koçberiya bi darê zorê û guhartina demografîk re" û" Na ji bêdengiya hêzên navneteweyî re ku zarokên me dikujin" hildan.

Li wir serokê Nivîsgeha Rêxistina Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed Nedîm bi zimanê erebî axivî û wiha got: "Êrişên dagirkeriay Tirk û çeteyên wê rojane zêde dibin, her wiha sûcên wan li dijî welatî, zarok û jinan jî zêde dibin, lê rêxistinên mirovî û navneteweyî bê deng in."

Dûre serokê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li Şehba-Efrîn Elî Selame bi zimanê erebî got: "Divê tevahî rêxistinên navneteweyî û hiqûqî ji bêdengiya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê derkevin."

Çalakî bi bêdengiya beşdaran, dev, çav û guhgirtinê bi dawî bû, ew jî nîşaneya bêdengiya hêzên navneteweyî li dijî êrişan e.

NIŞTECIHÊN KAMPÊN MINBICÊ

Li aliyekî din jî Meclisa kampa Resim El Exder a li Minbicê çalakiyek li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dar xist û tê de daxuyaniyek da. endamê rêveber ê kampê Mihemed Derwîş bi beşdariya endamên meclisa kampê û bi dehan niştecihan xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Li ser navê niştecihên kampên li Minbicê em tevahî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi armanca dagirkriina xaka Sûriyê şermezar dikin. Ji ber di encamê de azarên şêniyên herêmê nexasim niştecihên li kampan zêde dikin, her wiha em siyaseta guhartina demografîk qebûl nakin.

Em li jiyaneke birûmet digerin, me ji ber şerê li Sûriyê yê ji çend salan ve gelek azar kişandin û divê aliyên navneteweyî yên têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî xaka Sûriyê bi dawî bikin û rola xwe ya rast di parastina îstîqra û ewlehiya herêmê de bilîzin.

Em bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bêdengiya xwe ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê herêmê derkevin."

(fr)

ANHA