QSD: Tu têkiliya me bi kuştina serçeteyê DAIŞ`ê tune ye

QSD`ê ragihand ku tu têkiliya wê bi kuştina serçeteyê DAIŞ`ê Ebû El Hesen El Qureşî tune ye. Hêzê di dauxyaniya xwe de got: “Ji bo me parastina herêmê ji êrişan erka herî sereke ye. Lê dîsa jî em rê nadin ku DAIŞ`ê sûd ji êrişan bigire û êriş herêmê bike.”

QSD: Tu têkiliya me bi kuştina serçeteyê DAIŞ`ê tune ye
1 kanûn, 2022   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî kuştina serçeteyê DAIŞ`ê Ebû El Hesen El Qureşî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hêzê diyar kir ku tu têkiliya wê bi kuştina serçeteyê DAIŞ`î tune ye.

Daxuyaniya wiha ye: “Parastina herêmên me û gelê me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker di dema niha de ji bo hêzên me erka herî sereke ye. Lê tevî vê jî hêzên me rê nadin ku DAIŞ ji van êriş û derfetên dagirkeriya Tirk sûd bigire û êrişan pêk bîne. Hêzên me bi operasyonên pêşwext ên bi rêxistinkirî rê li ber êrişên muhtemel ên DAIŞ`ê digire û nahêle ew êriş li dijî kamp û zindanan DAIŞ`iyan pêk were.

Li vir em radigihînin ku em beşdarî kuştina serkirdeyê nû yê DAIŞ`ê Ebû el-Hesen El Qureşî nebûne û ti têkiliya me bi kuştina wî re nîne.”