Bîlançoya 30’ê Mijdarê ya êrişên artêşa Tirk a dagirker

QSD’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên duh daxuyand ku gelek gund û bajarok hatine topbarankirin û hêzên wan bersiva êrişan daye. QSD’ê da zanîn ku di êrişan de şervanekî wan şehîd bûye û şervanek jî birîndar bûye.

Bîlançoya 30’ê Mijdarê ya êrişên artêşa Tirk a dagirker
1 kanûn, 2022   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker a 30 Mijdarê ragiahnd.

QSD’ê ev agahî dan:

“Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ketin roja xwe ya 12’an. Wekî her carê dagirkerî mal û zeviyên sivîlan dike armanc û hewld dide koçberiyê li wan ferz bike.

Encamên êrişên dagirkeriyê yên saetên dawiyê yên roja 29’ê Mijdarê û her wiha roja 30’ê Mijdarê wiha ne:

29’Ê MIJDARÊ

Herêma Cizîrê;

Til Temir

Gundên Um El Kêf û Tewila bi obusan hatin topbarankirin.

Herêma Firatê;

Kobanî

Gundên Cîşan, Goran û Xirbîsan 5 caran bi obusan hatin topbarankirin.

Girê Spî

Gundên Huşan, Selîbî û Saronc bi obus û hewanan hatin topbarankirin.

Eyn Îsa

Rojhilatê bajar 3 caran bi obusan hat topbarankirin.

Minbic

Gundên Til Hemam, El Mihesnilî û pirê Qereqozax 11 caran bi obusan hatin topbarankirin.

30’Ê MIJDARÊ

Herêma Efrînê;

Gundên Bêne, Aqibê, Şewarqa, Merenaz, Tatmaraş, Soxaneke, Tinnib, Elqemiyê, Malikiyê, Birc Qasê, Meyasê, Im Hûş, Im Qura, Samûqa, Hirbil, Eyn Deqnê, Bêlluniyê, Şêx Îsa, Seddê Şehba û bajaroka Til Rifat 80 caran bi obusan û 6 caran jî bi hewanan hatin topbarankirin.

Herêma Cizîrê;

Til Temir

Gundê Tewila, Til Leben, Gozeliyê û Um El Xêr bi obusan hatin topbarankirin.

Zirgan

Gundên Bobî, Esediyê, Dada Ebdal, Ereb Xan, Rabîat û bajaroka Zirganê 35 caran bi obusan hatin topbarankirin. Di van êrişan de li gundê Ereb Xan malên gundiyan zirar dîtin.

Li hember van êrişan hêzên me di heman wextê de bersiv dan.

Herêma Firatê;

Kobanî

Gundên Çarixlî, Goran û Xerbîsan 2 caran bi obusan, carekê jî bi hewanan hatin topbarankirin.

Girê Spî

Gundên Erîda, Bîr Zinar, Kor Hesen, Dibis, Xirbet Beqer, Cedîda, Seyda, Kîtik, Hoşan, Sarone, Selîbî û rêya M4 bi obus û hewanan hatin topbarankirin, her wiha bi doçkayan hatin gulebarankirin.

Eyn Îsa

Rojhilatê bajar û gundê Hemam 4 caran bi obusan hatin topbarankirin.

Minbic

Gundê Qirt Wêran bi hewanan hat topbarankirin.

‘ŞERVANEK ŞEHÎD BÛ’

Tirwaziyê

Bejahiya bajaroka Kenterî bi obusan hat topbarankirin. Di encamê de şervanekî me şehîd ket, şervanekî me jî birîndar bû.”