UNESCOʹyê qetilkirina nûçegihanê me Îsam Ebdullah şermezar kir

UNESCOʹyê qetilkirina nûçegihanê ajansa me Îsam Ebdullah şermezar kir, lê qala dewleta Tirk ku nûçegihanê me û pê re 10 welatî kirin hedef, nekir.

UNESCOʹyê qetilkirina nûçegihanê me Îsam Ebdullah şermezar kir
1 kanûn, 2022   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêvebera giştî ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) Audrey Azoulay qetilkirina nûçegihanê me Îsam Ebdullah şermezar kir.

Îsam Ebdullah şeva 19-20ʹê Mijdara borî dema ku êrişa dewleta Tirk a dagirker dişopand, di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de li gundê Teqilbeqil ê Dêrikê şehîd bûbû.

Audrey Azoulay di daxuyaniyekê de ku malpera UNESCO parve kiriye, bang li dewletan kir ku rojnamevanan biparêzin û got: "Ez qetilkirina rojnamevan Îsam Ebdullah şermezar dikim. Peywira rojnamevanan e ku nûçe û agahiyên ku cemaweriyê eleqedar dike, parve bikin. Divê silametî û parastina wan werin mîsogerkirin."

Rêvebera giştî ya UNESCOʹyê behsa dewleta Tirk nekir a ku nûçegihanê me û 10 welatiyên din li heman cihê qetil kirin.

(bb)