‘Heke DMME doza Atînayê polîtîze neke dê encam eşkere bibe’

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê diyar kir ku helwesta rêber Abdullah Ocalan dema hevdîtina bi CPT`yê re red kir, bersiveke li hember siyasatên dewleta Tirk e û diyar kir "Eger dadgeh doza Atînayê polîtîze neke dê encam bidawîkirina tecrîdê yan jî azadiya Rêbertî be."

‘Heke DMME doza Atînayê polîtîze neke dê encam eşkere bibe’
1 kanûn, 2022   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê daxuyand ku eger dadgehê doza Atînayê ji bo xizmeta siyaseta Tirkiyê polîtîze neke, encam diyar e; yan tecrîd bi dawî bibe yan jî îhtîmal heye rêber Ocalan azad bibe.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hîna dewleta Tirk a faşîst di lîstonên xwe de berdewam e. Di plankirina komployên navneteweyî yên qirêj ên ku ji beriya 23 salan ve li dijî rêber Abdullah Ocalan dest pê kir, berdewam e. Tecrîda giran li ser rêbertî û bêparhiştina wî ji mafên wî yên xwezayî wekî têkiliyên bi cîhana derve re, an jî hevdîtina bi malbat an parêzerên xwe re, an jî mafên di hundirî girtîgehê de wekî guhdarkirina televîzyon an radiyoyê de didomîne. Bi berdewama tecrîdê re rewş xirabtir û xeternaktir dibe. Bi taybet di 20 mehên dawî de hevîtina rêber Ocalan a bi malbat û parêzeran re hatiye qedexekirin. Ev hemû li dijî peymanên cîhanî yên mafên mirovan an jî hiqûqa Yekitiya Ewropayê û hiqûqa mirovan li Tirkiyê ne."

Însiyatîfê destnîşan kir ku helwesta rêber Abdullah Ocalan ku hevdîtina bi CPT`yê re red kir, ji ber ku dizane tevî girîngiya rola vê komîteyê wek saziyeke girîng di Yekitiya Ewropayê de, lê ew sûcên di girtîgehan de tên kirin, paşguh dike.

Însiyatîfê di daxuyaniya xwe de wiha nivisî: “Bi baweriya me helwesta rêber Abdullah Ocalan bersivdaneke xwezayî ye li hember siyasetên dewleta Tirk a faşîst li dijî gelê Kurd û tevgera azadiya Kurditsanê ye. Rêber Ocalan baş dizane ku ev komîte erka xwe kiriye xizmeta siyasetê Tirkiyê. Sedema redkirinê çi dibe bila bibe, lê rewşeke biguman, cidî û xetere li wir heye ku fikaran li cem me çêdike."

Însiyatîfê bang li aliyên têkildar û rêxistinên hiqûqî kir ku erkên xwe bînin cih, tecrîdê bidawî bikin, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di doza Atînayê de pêk bînin ku rêber Ocalan sala 2008`an vekiriye.

Însiyatîfê destnîşan kir ku heke rêxistinan bi awayekî cidî erkên xwe anîn cih, dadgehê doza Atînayê polîtîze neke û nexe xizmeta lîstikên siyaseta Tirkiyê, wê demê encam diyar e; yan dê tecrîd bi dawî bibe yan jî dê rêber Ocalan azad bibe.

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê di dawiya daxuyaniyê de banga şikandina tecrîdê kir.

ANHA