​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-12-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-12-2022`YAN
30 mijdar, 2022   23:00

Însiyatîfa Gel a Qamişlo ji bo piştgiriya helwesta rêber Ocalan ku hevdîtin bi CPT`iyê re red kir, li Çerxerêya El Şerq a li rojhilatê Qamişlo xwepêşandanekê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Têkiliyan a MSD`ê bi hevkariya Meclisa Ermen komxebateke diyalogê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê û bandora wê li ser xeta çareseriya siyasî û demokratîk li Sûriyê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbatên şehîdên komkujiya Dêrikê (Teqil Beqil), Yekitiya Ragihandina Azad serdana gorên şehîdan ên li goristana şehîd Xebat Dêrik dikin saet di 14:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Kampa Koçberan a Minbicê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û bandora wê li ser koçberan, daxuyanî dide saet di 13:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Kobanê yê herêma Firatê gelek şehîdan oxir dike saet di 14:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolînerekî kar û barên komên îslamî yên tundraw, ji ber planên dewleta Tirk ên ji bo avakirina herêmeke ewle li bakurê Sûriyê, hişyarî da cîhanê û got ev yek bi plan e ku herêmê veguherîne "dewletoka cîhadîstan" û tê de çeteyên DAIŞ′ê û rêxistina El Qaîdeyê bi cih bike. (Bİ WÊNE)

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid da zanîn ku Rêveberiya Xweser, têkildarî çi êrişeke dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were, hemû pêdiviyên sereke yên jiyanê peyda kirin. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Zelûx Bekir hişyarî li ser pêkanîna karesatekê da û got "Ger hikumeta Şamê dorpêçkirina koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê ku rojane rastî êrişên dewleta Tirk tên, dewam bike, dê karesateke mirovî çêbe." (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Muxalîfê ji Sûriyê Semîr Ezam diyar kir ku hedefgirtina binesaziya herêmê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, di çarçoveya biryarên civîna Astanayê ku Rêveberiya Xweser teslîmî hikumeta Şamê bibe de pêk tên. (Bİ WÊNE)

Welatiyên Qamişlo helwesta xwe li hember êriş û sûcên dewleta Tirk anîn ziman û got:" Em ê bi fedekariya şehîdan destkeftiyan biparêzin û heta nefesa dawî bi hevgirtina xwe tê bikoşin." (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyên eşîrên Dêrazorê da zanîn ku destekê didin QSD′ê û got "Dê projeya Rêveberiya Xweser Sûriyê ber bi ewlehiyê ve bibe û ew çareya yekane ji bo krîza wê ye û vebijêrka me berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk e."(Bİ WÊNE Û DÎMEN)

ANHA