​​​​​​​Bîlançoya meha Mijdarê ya êrişên dagirkeriyê dijî herêma Efrînê

Artêşa Tirk a dagirker di Mijdarê de 58 deverên navçeyên Şera û Şêrawa û kantona Şehbayê bi 6 hezar û 310 topan hedef girtin. Di êrişan de 5 şervanên HRE`yê şehîd bûn, 2 sivîl birîndar bûn, 25 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.

​​​​​​​Bîlançoya meha Mijdarê ya êrişên dagirkeriyê dijî herêma Efrînê
1 kanûn, 2022   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Bîlançoya meha Mijdarê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Efrînê hat eşkerekirin, li gorî wê:

Gund û deverên li navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê û kantona Şehbayê hatine hedefgirtin ev in; “Um El Hoş, Dêr Cimêl, Til Rifet, Şêx Îsa, Bêlûniyê, Şewarxa, Bênê, Merenaz, Gundê Mezin, Tinib, Kiştear, Îrşadiyê, Semûqa, Eyn Deqnê, Til Enab, Hirbil, Soxanekê, Til Madîq, Şealê, Malikiyê, Til Ecar, Xirnate, Fafîn, Meyasê, Zirnaîtê, Kilûtê, Aqîbê, Minix, Tat Maraş, Kefet Antûn, Xirbet El Şealê, Şêx Eqîl, Um El Qura, Til Cîcan, Wehşiyê, Til Qirah, Zîwan, Ehrez, Bendava Şehba, Bice Qas, Kefer Naya, Ziyaretê, derdora baregeha hêzên Îranê ya li Bênê, Elqemiyê, Cebel Nayêf, Medyûnê, Werdiyê, Hesacêk, Balafirgeha Minix, Mişêrfê, Kefer Nasih, Nêrebiyê, depoyên Şewarxa, Keleha Şewarxa, Qinêtirê, depoyên Merenaz, Mizgefta Merenazê, Radar.”

Deverên navborî bi 6 hezar û 310 topên Tank, obîs û hawanan hatin hedefgirtin.

Di 6`ê Mijdara 2022`yan de li gundê Merenazê yê girêdayî navçeya Şêra ya kantona Efrînê droneyek biçek a delweta Tirk a dagirker ket xwarê.

Di 19-20`ê Mijdara 2022`yan de bi şev seat di 12:20`an de balafirên şer yên dewleta tirk a dagirker gundên Bêlûniyê, Minix ên kantona Şehbayê û gundên Şewarxa û Malikiyê yên navçeya Şera 9 caran (4 êrişên hewayî li Bêlûniyê, êrişek li Minixê, 4 êriş li keleha Şewarxa) bombebaran kirin.  Di encama wan êrişan de 5 şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şehîd bûn, 22 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dset dan, 31 leşkerên hikumeta Şamê jî birîndar bûn.

Di 27`ê Mijdara 2022`yan de balafirên şer yê dewleta Tirk a dagirker balafirgeha Minixê ya herêma Şehbayê û gundên Merenaz û Şewarxa yên navçeya Şera bobmebaran kirin. Di heman demê de gundê Tinib yê Şera hat topbarankirin. Di encamê de 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.

Di 29`ê Mijdara 2022`yan de, di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa de 2 sivîl birîndar bûn.

(cx)

ANHA