​​​​​​​Dewleta Tirk vê carê gundewarê başûrê Minbicê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundekî Minbicê topbaran kir. Li gorî agahiyan, dagirker hewl da bircê tora telefonan a sûrî bike hedef.

​​​​​​​Dewleta Tirk vê carê gundewarê başûrê Minbicê topbaran kir
30 mijdar, 2022   20:15
MINBIC

Nûçegihanê me ji Minbicê ragihand ku dewetla Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Sikeriyê, girê gundê Hîmer Labde yê başûrê bajêr topbaran kir.

Li girê gund û derdora bircê tora telefonan a sûrî, gelek top ketine lê tu zirar û ziyan çênebûne.

ANHA