Bîlançoya roja 9’an a êrişên dewleta Tirk

QSD`ê bîlançoya roja 9’an a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.

Bîlançoya roja 9’an a êrişên dewleta Tirk
30 mijdar, 2022   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bîlançoya êrişên artêşa Tirk a dagirker a 29`ê Mijdarê bi daxuyaniyekê ragihand.

Di daxuyaniya QSD`ê de wiha hate diyarkirin: “Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên honave li dijî herêmê didomîne. Jiyana zêdetirî 5 milyon sivîl û bi sed hezaran koçberên herêmên din ên Sûriyê dixe xetereyê. Ev 10 roj e dewleta Tirk êriş herêmê dike û zirarên mezin gihand mal û milkên şêniyan û binesaziya herêmê.

Bîlançoya rojên 28 û 29`ê Mijdarê yên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê wiha ye:

Berdewama bîlançoya 28`ê Mijdarê:

Herêma Cizîrê: Dewleta Tirk a dagirker gundê Guzeliyê yê Til Temirê 6 caran bi çekê giran topbaran kir, di encamê de zirarên madî gihaştin malên welatiyan.

Herêma Firatê: Dewleta Tirk a dagirker gundên Cîsan, Ziyaret, Zormixar, Carxilî, bajarokê Şiyûx, Kaniya Kurda û Girê Meştenûrê yên Kobanê 5 caran bi hewan û 2 caran bi çekên giran topbaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker gundên Selîbiye, Qezelî, Cideyde, Mieleq û Seyda yên Girê Spî bi çekên giran û hewan topbaran kirin.

Dewleta Tirk gundên Ewn Dadat, Til El Hemam ên Minbicê 2 caran bi hewan topbaran kir.

Bîlançoya 29`ê Mijdarê wiha ye:

Herêma Efrîn û Şehbayê: Dewleta Tirk a dagirker gundên Meyase, Bênê, Soxanekê, Şewarxe, Tinib, Tatmeraş, Merenaz, Elqemiyê, Îrşadiyê, Zîwan, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Keştar, Bendava Şehbayê, bajarok Til Rifet 63 caran bi çekên giran, 11 caran bi hewan, 2 caran bi tankan, topbaran kirin. Di encama topbarana li ser gundê Soxanekê de 2 welatî birîndar bûn.

Herêma Cizîrê: Dewleta Tirk a dagirker gundên Guzeliyê, Um El Kêf, Tawîle, Til El Leben bi çekên giran û hewan topbaran kirin.

Çeteyên dewleta Tirk li gundê Dibs kom bûn û hewl dan ji wir êriş herêmê bikin, lê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ew hewldan têk bir û 2 çete birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker gundên Bobî, Esediyê û Mihermle yên Zirganê 60 caran bi hewan û doçkayan topbaran kirin.

Hêzên me her tim bersiva jêderên topbaranê dan.

Herêma Firatê: Dewleta Tirk a dagirker gundên Carxilî, Zormixar, Xirab Eto, Xirabîsan, Koran û bajarokê Şiyûx ên Kobanê 5 caran bi hewan, 12 caran bi çekên giran û carekê bi tankan û doçkayê topbaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker gundên Cedîde, Erîda, Qezelî, Xirbet Nayif, Ebû Sira, Îbrahîm Kurdo, Dibis û Zenûbya yên Girê Spî bi hewan û çekên giran topbaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker gundên Hoşeriyê, Ewn Dadat û Mehsenlî yên Minbicê du caran bi hewan û carekê bi çekên giran topbaran kirin.

Her wiha dewleta Tirk bajarokê Oymer ê Tirwaziyê 2 caran bi çekên giran topbaran kir.”

(şx)