​​​​​​​Meclisa Dêrikê ji ber êrişan civîneke awarte li dar xist

Li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker meclisa navçeya Dêrikê civînek ji şêniyan re li dar xist. Şêniyan got ew girêdayî xaka xwe ne û dê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

​​​​​​​Meclisa Dêrikê ji ber êrişan civîneke awarte li dar xist
30 mijdar, 2022   12:24
QAMIŞLO

Li ser gurbûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meclisa navçeya Dêrikê civîneke awarte ji şênî, şêx û rûspiyên eşîran, oldar û nûnerên dêrên Dêrikê re li Navenda Dîcle Çand û Hunerê ya Dêrikê li dar xist.

Di civînê de endamê meclisa navçeya Dêrikê Mihemed Elî wiha got: "Divê em li hember planên berfireh ên dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide bi rêya êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê Osmaniya Nû vegerîne, bisekinin."

Elî wiha domand: "Divê em civakê bi rêxistin bikin, kedên zêde bidin û têkoşîna heta pêkanîna serkeftinê û dabînkirina parastina şêniyan bilind bikin. Serkeftina me li dijî êrişan di hevgirtina me de ye û em ê ji bo pêkanîna azadiyê şer bikin."

Beşdaran di dawiyê de bal kişand ser geşkirina berxwedanê û hevgirtinê û got: "Em li kêleka hêzên xwe yên leşkerî û Rêveberiya Xweser in, bi xakê ve girêdayî ne û li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê disekinin."

(fr)

ANHA