Nerazîbûnên dijî êrişên dagirkeriyê didomin

Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê jî soza bersivadayîna êrişan da.

Nerazîbûnên dijî êrişên dagirkeriyê didomin
30 mijdar, 2022   11:11
HESEKÊ

Endamên Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê li nêzî Çerxerêya Şaredariyê ya navçeya Til Temir a Hesekê daxuyaniyek da.

Ebdulhemîd Semîle ku li ser navê partiyê daxuyanî xwend, destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze herêmê ji şêniyên wê vala bike. Ebdulhemîd Semîle bêdengiya navneteweyî rexne kir û xwest ku helwest were nîşandan.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê jî bi heman armancê li pêşiya navenda xwe ya Til Temirê daxuyanî da. Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ebdulqadir Haşim Ebdulqadir daxuyanî xwend û got ku ew ê li hemberî êrişan di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de têkoşîna xwe bilind bikin û bersiva êrişan bidin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RUJHt35VQeo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>