SOHR: Di êrişa DAIŞ′ê de 2 leşkerên hêzên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest da

Çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya Sixnê ya Himisê li dijî erebeyekê ku tê de 2 leşkerên hêzên hikûmeta Şamê hebûn êrişek pêk anîn, di encamê de her du leşkeran jiyana xwe ji dest da.

SOHR: Di êrişa DAIŞ′ê de 2 leşkerên hêzên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest da
29 mijdar, 2022   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku efserek û leşkerekî hêzên hikumeta Şamê di encama hedefgirtina erebeya wan li ser rêya Sixnê ya Humisê de ji hêla çeteyên DAIŞ′ê ve hatin kuştin.

SOHR′ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ′ê li nêzî çatrêya "stasyona sêyemîn" êriş kir û piştî her du encamên hêzên hikumeta Şamê qetil kirin, revîn.

Bîlançoya kuştiyên ji ber êrişên leşkerî yên li çolistana Sûriyê ji destpêka 2022’yan ve gihîşt 375′an,  ji wan 152 çeteyên DAIŞ’ê ne di encama êrişên hewayî yên Rûsî li çolistana Humis, Siwêda, Hema, Reqa Dêrazor û Helebê de hatine kuştin û 223 jî ji hêzên hikûmeta Şamê û komên girêdayî wan in.