​​​​​​​′Bi berxwedana şehîdan em ê serkeftinê li dijî dagirkeriyê qezenc bikin′

Şêniyên Qamişloyê sersaxiya malbata şehîdê QSD′ê Mahir El Muhsin xwest û got, "Em ê li ser metoda şehîdan heta pêkanîna serkeftinê û avakirina civakeke demokratîk û azad dewam bikin."

​​​​​​​′Bi berxwedana şehîdan em ê serkeftinê li dijî dagirkeriyê qezenc bikin′
​​​​​​​′Bi berxwedana şehîdan em ê serkeftinê li dijî dagirkeriyê qezenc bikin′
​​​​​​​′Bi berxwedana şehîdan em ê serkeftinê li dijî dagirkeriyê qezenc bikin′
​​​​​​​′Bi berxwedana şehîdan em ê serkeftinê li dijî dagirkeriyê qezenc bikin′
​​​​​​​′Bi berxwedana şehîdan em ê serkeftinê li dijî dagirkeriyê qezenc bikin′
​​​​​​​′Bi berxwedana şehîdan em ê serkeftinê li dijî dagirkeriyê qezenc bikin′
​​​​​​​′Bi berxwedana şehîdan em ê serkeftinê li dijî dagirkeriyê qezenc bikin′
​​​​​​​′Bi berxwedana şehîdan em ê serkeftinê li dijî dagirkeriyê qezenc bikin′
​​​​​​​′Bi berxwedana şehîdan em ê serkeftinê li dijî dagirkeriyê qezenc bikin′
29 mijdar, 2022   13:54
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Qamişlo, gund û bajarokên wê, nûnerên ji partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl û jinan berê xwe da konê sersaxiyê ya şehîd Mahir El Muhsin.

Mahir El Muhsin (Enes Qamişlo) di 23′yê Mijdarê de di encama bombarana balafirên delweta Tirk a dagirker de li nuqteya hêzên parastina kampa Holê ya Hesekê şehîd bûbû.

Merasîma sersaxiyê di bin konê sersaxiyê ya li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê hate vegirtin, dest pê kir. Li wir endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Ebdulezîz Osman sersaxiya malbata şehîd xwest û di şexsê Mahir de tevahî şehîdan azadiyê bi bîr anîn.

Li ser fedekarî û berxwedana şehîdan Osman wiha got: "Bi wan baweriya me bi ser dikeve, nirxên pêk tên."

Li aliyekî din jî, yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Mihemed Zêdan soza berdewama têkoşîn û parastina gelê herêmê da û wiha got: "Di oxira parastina ewlehî û îstîqrarê de em ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Me çawa DAIŞ′ê têk bir, em ê wan jî têk bibin."

Her wiha endamê komîngeha taxa Qidorbeg a Qamişloyê Behcet Ebas axivî û hemû şehîdên azadiyê ku di oxira ewlehî û îstîqrara herêmê û pêkanîna azadiyê ji bo Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê canê xwe daye de bi bîr anî û wiha got: "Di vê şoreşê de xwîna hemû pêkhateyên herêm tevlihev bû. Şehîd Mahir jî nîşaneya vê berxwedanê ye."

Endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li taxa Asurî Haşim Şiwêş helbestek li ser fedekarî û berxwedana şehîdan xwend.

Merasîm bi diruşmên silavkirina berxwedana şehîdan û berxwedana gelê herêmê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

(fr)

ANHA