Meclisa Giştî ya PYD: Em ji her demê zêdetir amade ne li ber xwe bidin

Meclisa Giştî ya PYD′ê di salvegera 18′emîn a şehadeta têkoşer Şîlan Kobanê û 4 hevrêyên wê got ew ji her demê zêdetir amade ne li ber xwe bidin.

Meclisa Giştî ya PYD: Em ji her demê zêdetir amade ne li ber xwe bidin
29 mijdar, 2022   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya PYD′ê bi daxuyanyekê şehadeta şehîd Şîlan û hevrêyên wê bi bîr anîn.

Di daxuyaniya PYD′ê ev tişt hate gotin îro salvegera 18′an a şehadeta têkoşer Şîlan Kobanê û hevrêyên wê ye.

Şehîd Şîlan û hevrêyên wê Ciwan, Cemîl, Fûad û Zekeriya û beriya wan jî Ehmed Hisên (Bavê Cûdî) ku yekemîn şehîdê PYD′ê bûn di bin îşkenceya ewlehiya leşkerî ya Sûriyê hate şehîdxistin, ev pêşengên PYD′ê bûn.

Di mîna van rojan û rewşên zehmet de ku gelê herêmê tevahî tê re derbas dibe, hevrêyên xwe yên PYD′ê û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Her wiha PYD′ê di daxuyaniya xwe de ev yek got: "Em hêz û vîna xwe di bilindkirina têkoşîna li dijî dagirkerî , terorê de ji van şehîdan digirin."

Dema ev pêşeng hatin hedefgirtin, partî di sala xwe ya destpêkê de bû û dijmin texmîn dikir ku bi kiryara xwe dê partiyê qels û bi dawî bike. Lê tişa bûye ew e ku şehîd bûn pêşengên têkoşîn û gel bi pêşengên xwe ve girêdayî bûn.

Meclisa Giştî ya PYD′ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt got: "Şehîdên me rûmet û serbilindiya me ne û ronahiya rêça têkoşîna me ne. Şîlan Kobanê û hevrêyên wê pêşengên karwana şehîdan û rêya xurt a li dijî dewleta Tirk û bermahiyên DAIŞ′ê û çeteyan in. Heta pêkanîna armancên wan em ê li ber xwe bidin. Bila dijmin bizane ku em ji bo têkoşîna azadî û rûmeta pêkhateyên Sûriyê û gelê Kurd em li hember dijmin li ber xwe bidin."

(fr)