​​​​​​​Şêniyên Til Birak sersaxî dan malbata şehîd Newaf Xelîl

Şêniyên Til Birak a Qamişlo sersaxî ji malabata şehîd Newaf El Xelîl re xwest ku di encama topbarana dewleta Tirk a li dijî kampa Holê de şehîd bûbû.

​​​​​​​Şêniyên Til Birak sersaxî dan malbata şehîd Newaf Xelîl
27 mijdar, 2022   18:37
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Til Birak, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên navçeyê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Newaf Xelîl bûn ku li pêşiya mala wî ya li gundê Recim Fenûş hatibû lidarxistin.

Rêvberê Meclisa navçeya Til Birak Hesen El Namis axivî û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastina yên Medyayê şermezar kirin.

Hevseroka Nivîsgeha PYD'ê Efaf El Salih piştrast kir ku ew dê berxwedana xwe bidomînin û got: "Em li hember van êrişan bê deng namînin, em xwe naspêrin tu kesî. Bi berxwedan û yekitiyê dê dagirkeriyê têk bibin."

Rêvberê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birak Ebdulrezaq El Salim wesîqeya şehadeta şehîd xwend. Merasîm bi berzkirina siloganên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

 (dm)

ANHA