​​​​​​​Dewleta Tirk rojhilat û rojavayê Kobanê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker rojhilat û rojavayê Kobanê topbaran dike.

​​​​​​​Dewleta Tirk rojhilat û rojavayê Kobanê topbaran dike
27 mijdar, 2022   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji bajêr ragihand ku leşkerên dewleta Tirk a dagirker bi guleyan gundê Xerîb ê rojhilatê Kobanê û Carixlî ê rojavayê bajêr dikin hedef.

Her wiha da zanîn ku dewleta Tirk gundên Cêşan, Qeremox, Xerbîsan ên rojhilatê Kobanê bi çekên giran topbaran dike.

Lê agahiyên dîtir der barê zirarên topbaranê de nehatin bidestxistin.

 ANHA