Li Qamişlo gelek ciwan tev li YPG`ê bûn

Li gel zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkanîna komkujiyan li dijî herêmê, di çarçoveya bersivdana bangewaziya parastina herêmê de gelek ciwan li Qamişlo tev li YPG û YPJ`ê bûn.

Li Qamişlo gelek ciwan tev li YPG`ê bûn
27 mijdar, 2022   19:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her kes ji heft heya heftê salî di nava seferberî de ye.

Hemû pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb, Suryan, Tirkman û Aşûr bi pêkanîna stratejiya şerê gel ê şoreşgerî, amadekariya şer dikin. Ciwan jî pêşengiya vê yekê dikin. Li ser vê bingehê îro li bajarê Qamişlo 25 ciwan tev li YPG û YPJ`ê bûn.

Ciwanan dest nîşan kir ku dê her li pişt hêzên xwe bin, ew dê dev ji axa xwe bernedin û welatê xwe biparêzin. Her wiha jî anîn ziman ku dijmin her roj dibêje ku dê PKK û gelê kurd tune bike. Lê belê îro 45’emîn salvegera damezirandina PKK û her roj li çiyayên Kurdistanê, li Zapê bi dehan leşkerên dijmin tên cezakirin. Ev yek îsbat dike ku PKK û gelê kurd wê tu carî tune nebin, wê her mezintir bibin.

Herî dawî ciwanan ji bo pîrozkirina salvegera damezirandina PKK`ê dîlan gerandin û sloganên “bijî Serok Apo”, “Bijî PKK`ê”, Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana YPJ, YPG û QSD`ê”, berz kirin.