​​​​​​​Şêniyên herêma Firatê salvegera PKK`ê pîroz kir

Bi dirûşma “Bi rihê salvegera 44`emîn a damezirandina PKK`ê em ê rêber Apo azad bikin” bi hezaran şêniyên herêma Firatê salvegera 44`emîn a damezirandina PKK’ê pîroz kir.

​​​​​​​Şêniyên herêma Firatê salvegera PKK`ê pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên herêma Firatê salvegera PKK`ê pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên herêma Firatê salvegera PKK`ê pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên herêma Firatê salvegera PKK`ê pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên herêma Firatê salvegera PKK`ê pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên herêma Firatê salvegera PKK`ê pîroz kir
27 mijdar, 2022   12:49
KOBANÊ

Pîrozbahî li Qada Şehîd Egîd a Kobanê hat lidarxistin. Bi hezaran şêniyên herêma Firatê û kesayetên ji partiyên siyasî yên herêmê beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Hevseroka Meclisa Navçeya Şeranê Latîfe Silêman di pîrozbahiyê de wiha axivî: “Damezirandina partiyê ji bo hemû azadîxwazan mîladeke nû ye. PKK’ê berdêleke giran da, gelê Kurd ji xefletê şiyar kir, şehîdên partiyê jî hebûna gelê Kurd ji tevahî cîhanê re îsbat kir.”

Latîfe diyar kir ku gerîla li hember dewleta Tirk a dagirker li çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin û got: “Têkoşîna wan, têkoşîna mirovahî û aştiyê ye.”

Endamê Komîteya Rûspiyan a Herêma Firatê Îbrahîm Muslim jî behsa têkoşîna PKK’ê ya ji bo xilaskirina tevahî gelên bindest kir.

Muslim destnîşan kir ku azadiya tevahî gelan girêdayî azadiya rêber Abdullah Ocalan e û anî ziman ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dê dawiyê ji bo planên dewleta Tirk a dagirker derbeyek be.

Di pîrozbahiyê de her wiha ji aliyê Koma Botan a Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê û Koma Dayikên Kobanê ya Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Firatê û hunermend Mazlûm Dêrsim ve stran hatin pêşkêşkirin.

Pîrozbahî bi gerandina dîlanê û sloganên “Berxwedan jiyan e, bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.

(cx)

ANHA