Şêniyên Tebqa: Hilweşe rejîma Tirk a faşîst

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê xwepêşandaneke girseyî ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist.

Şêniyên Tebqa: Hilweşe rejîma Tirk a faşîst
Şêniyên Tebqa: Hilweşe rejîma Tirk a faşîst
Şêniyên Tebqa: Hilweşe rejîma Tirk a faşîst
Şêniyên Tebqa: Hilweşe rejîma Tirk a faşîst
Şêniyên Tebqa: Hilweşe rejîma Tirk a faşîst
27 mijdar, 2022   12:37
TEBQA

Bi sedan şêniyên Tebqayê, gelek şêx û rûspiyên eşîran, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya û Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê beşdarî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandanê ji pêş Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê dest pê kir. Xwepêşandêran dirûşmên "Bijî berxwedana rêber Ocalan", "Hilweşa dagirkeriya Tirk" û "Bijî QSD" berz kirin.

Li Navena Tevgera Xwendekarên Demokratîk a li taxa El Sanî ya Tebqayê xwepêşandan vegerî mîtîngê. Li wir hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Tebqayê Mehmûd El Yetîm daxuyaniyek ji raya giştî re xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Krîmînalîzekirina rejîma Tirk a bi nûnertiya AKP′ê û çeteyên wê yên sûrî ku wijdanê xwe li hember pereyan firotiye, aşkera ye.

Dewleta Tirk a dagirker ku vê carê sûcên xwe giran kirine, avahiyên stratejîk û binesaziyê dike hedef.

Dewleta Tirk a dagirker hêzên ewlehî û leşkerî ku bi şev û roj ne tenê parastina Sûriyê ji rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst dikin, lê belê parastina cîhanê bi giştî dikin, hedef girtin. Bi wê re navendên parastinê yên li kampa Holê ku tê de bi hezaran çeteyên DAIŞ′ê hene, hedef girtin.

Em ji cîhanê tevahî re dibêjin teror yek e û jêder jî yek e, ew jî dewleta Tirk e ku bi hezaran çete ji tevahî cîhanê ji destpêka krîza Sûriyê ve kom kirin û li ser xaka xwe perwerde kirin, tevahî şêweyên lojîstîkî pêşkêş kirin û sînorên xwe ji bo derbasbûna li Sûriyê vekirin, da ku gendelî, sûc, qetilkirinê û wêraniyê li dijî welatiyan pêk bînin. Piştî terora wan li tevahî cîhanê belav bû.

Em li hember dewleta Tirk a dagirker û êrişên li ber xwe didin û li ber xwe bidin jî, çi êrişên bejahî bin çi jî hewayî bin. Çek û cebilxaneya me israr û biratiya gelan e."

(fr)

ANHA