​​​​​​​Şêniyên Helebê şehîd Gelhat Efrîn oxir kir

Bi sedan şêniyên taxên Şêxemeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê cenazeyê şervanê YPG`ê Orhan Şêxo (Gelhat Efrîn) li goristana berxwedana şehîdên taxên Şêxemqsûd û Eşrefiyê oxir kir.

​​​​​​​Şêniyên Helebê şehîd Gelhat Efrîn oxir kir
27 mijdar, 2022   13:41
 HELEB

Girseya gel ji pêş Nexweşxaneya Yasîn a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd tevî tilîliyên dayikan heta bi goristanê dest pê kir.

Şehîd Orhan (Gelhat Efrîn) di êrişa dewleta Tirk a dagirker a 23′yê Mijdarê li ser Til Temirê de şehîd bûbû.

Di merasîma oxirkirinê de yek ji fermandarên YPG′ê Şervan Efrînê axivî û wiha got: "Ev roja pîroz, roja damezrandina PKK′ê, şervan Gelhat şehadet qezenc kir."

Şervan Efrîn wiha domand: "Şoreşa me li dijî tevahî planên dewleta Tirk a dagirker e. Şehîd Gelhat jî ji destpêkê de tev li vê şoreşê bû û beşdarî hemelyên ji Efrîn heta bi Şêxmeqsûdê bû û şehadet li Til Temirê wergirt."

Şervan ev tişt got: "Di oxira parastina welat de em şehîdan didin û ji dijmin natirsin. Em ji bilî welatekî azad û demokratîk û jiyaneke birûmet qebûl nakin."

Şervan Efrîn got divê hemû li hember dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Rewşen Mihemed têkoşîna şehîd Gelhat pîroz kir û got: "Êriş me lawaz nakin, lê belê israr û hêza me ya pêkanîna azadiyê zêde dike. Dem dema tolhildanê ye."

Dayika şehîd jî, Zeyneb Hec Muslim wiha got: "Kurê min di oxira welat de canê xwe da. Ew şehîdê çar parçeyên Kurdistanê ye. Wî ji bo rizgarkirina Efrîn û herêmên dagirkirî sond xwar. Min destke ji bo têkoşîna wî di hemû hemleyên rizgarkirinê de da."

Zeyneb wiha domand: "Şehadet rûmetî ye. Em îro rûbirûyî şerekî ne û me bi hezaran şehîd da û em dev ji vê rêyê bernadin. Em malbatên şehîdan divê em xwedî li fedekariyên şehîdên xwe derkevin û rêya wan bişopînin."

Dûre, endama Komîteya Perwerdê û Fêrikirinê ya Civaka Demokratîk Zîlan Şêxo wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

(fr)

ANHA