​​​​​​​Şêniyên Hesekê êrişên dewleta Tirk û tundiya li ser jinan şermezar kirin

Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê daketin qadan, tundiya li ser jinan û êrişên dewleta Tirk a dagirker şeremzar kirin.

​​​​​​​Şêniyên Hesekê êrişên dewleta Tirk û tundiya li ser jinan şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Hesekê êrişên dewleta Tirk û tundiya li ser jinan şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Hesekê êrişên dewleta Tirk û tundiya li ser jinan şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Hesekê êrişên dewleta Tirk û tundiya li ser jinan şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Hesekê êrişên dewleta Tirk û tundiya li ser jinan şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Hesekê êrişên dewleta Tirk û tundiya li ser jinan şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Hesekê êrişên dewleta Tirk û tundiya li ser jinan şermezar kirin
25 mijdar, 2022   13:48
HESEKÊ

Meş ji Çexerêya Sînalko ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê ber bi çerxerêya Agirkujiyê ya naverasta bajar ve dest pê kir. Di meşê de dirûşmên "Jiyan Jiyan Azadî", "Na ji dagirkeriyê ya dewleta Tirk re", Jin semola azadiyê ye"  û "Mil bi mil li dijî êrişên faşîzmê" hatin berzkirin û wêneyên şehîdan û yên rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re " hatin berzkirin."

Li Çerxerêya Agirkujiyê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Welîda Bûtî axivî û got: "Ji bo tevahî şehîdên azadiyê yên şoreşa Rojava ya bi serkêşiya jinan, ji bo Zeyneb, Nagîhan, Jiyan, Ronahî û tevahî şehîdên êrişên dewleta Tirk a dagirker em dibêjin na ji dagirkeriyê re."

Welîda Bûtî diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker têkbitrina îrade û şoreşa jinan e û wiha domand: "Dirûşma Jin Jiyan Azadî ya ku bûye dirûşma gelên Rojhilata Navîn wê neçe. Ev dirûşme li çar parçeyên Kurdistanê ji bo misogerkirina azadiya tevahî jinan tê berzkirin."

Endamê Meclisa Giştî ya PYDʹê Ebdulxenî Oso jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji 2011ʹan ve êrişê gelê azadîxwaz ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û got, hevgirtina pêkhateyên herêmê wê dagirker û planên wê têk bibe.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî serok Apo" bi dawî bû.

Li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê Kongra Star çalekiyek li qada Goristana Şehîdan li dar xist. Bi dehan endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de alên Kongra Star û wêneyên şehîdan hatin hildan.

Bi nav Kongra Star endama rêveber a kongreyê Madlîn El Ubeyd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de behsa roja 25ʹê Mijdarê û ragihandina wê rojê wekî Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û cûreyên tundiya li ser jinan hatin kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jinan piştî ku projeya neteweya demokratîk naskirin, maf û hebûna xwe jî nas kirin û xwe bi rêxistin kirin.

Her wiha îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin kirin û wiha hate gotin "Ev êriş li dijî jinan e, armanc jî lawazkirina îrade û hêza jinan e ."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan hate kirin û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî mirovahî û jinan bi taybet rawestînin.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1pa9BAhmI2M" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>