Desteya Enerjiyê ziyanên ku ji ber êrişan çêbûne sererast dike

Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Cizîrê dest bi sererastkirina ziyanên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker gihaştine torên kehrebeyê, kir.

Desteya Enerjiyê ziyanên ku ji ber êrişan çêbûne sererast dike
25 mijdar, 2022   14:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên vê dawiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, ziyan gihaştin stasyonên petrolê, dibistan, nexweşxane û tûrên kehrebeyê.

Ji bo sererastkirina ziyanên ku gihaştina tûrên kehrebeyê, Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Cizîrê ketiye tevgerê.

Nivîsgehê li ser rûpela xwe ya Facebookê got: “Ji destpêa êrişên hovîne yên dewleta Tirk a dagirekr ên li ser herêmê ve, hemû ekîbên Nivîsgeha Enerjiyê ketine tevger û seferberiyê.”

 (mh)

ANHA