QSD: Li Zirganê 6 çeteyên dagirker hatin kuştin

QSD`ê eşkere kir ku hêzên wan bersiva hewldana êrişê ya çeteyên dagirkeriya Tirk a li gundewarê Zirganê dane, di encamê de 2 çete hatine kuştin. Her wiha ragihand ku di çalakiya bi çekên giran a li dijî çeteyan de 4 çeteyên dagirkir hatine kuştin.

QSD: Li Zirganê 6 çeteyên dagirker hatin kuştin
25 mijdar, 2022   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya QSD`ê de hat gotin: “Roja 24`ê Mijdarê di seetên şevê de li gundê Bobî yê bajarokê  Zirganê çeteyên dagirker hewl dan ku êrîş bikin. Bi bersivdayîna hêzên me di navbera hêzên me û çeteyên dagirker de şer qewimî.

Di şer de 2 çete hatin kuştin. Ti windahiyên me di vî şerî de çênebû. Piştî şer çete paşve kişiyan gundê Um Işbê. Hêzên me li hember vê komê çeteyan çalakiyek bi çekên giran li dar xist. Di encama vê çalakiyê de jî 4 çeteyên dagirker hatin kuştin. Di encam de bi giştî 6 çeteyên dagirker hatin kuştin.”

(cx)