Rewşenbîr li dijî êrişên dewleta Tirk li hev civiyan

Rewşenbîrên Kurd li navenda HRRK’ê ya li Qamişloyê li hev civiyan û civînek der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de li dar xist.

Rewşenbîr li dijî êrişên dewleta Tirk li hev civiyan
25 mijdar, 2022   10:58
QAMIŞLO

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi balafirên şer û bêmirov li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rewşenbîran li navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) civînek li dar xist.

Di civînê de mijara rewşenbîrên Kurd ji êrişên dewleta Tirk a dagirker re divê çawa bibin bersiv, hate nîqaşkirin.

Têkildarî encama civînê helbestvan Ehmed Huseynî got: “Civîna me der barê vê kêlîka dijwar de bû ku rewşenbîrên Kurd ka dikarin çi helwestê wergirin û li ser vî esasî me bang li rewşenbîran kir ku li hev bicivin û hewl bidin di van kêlîkên dîrokî û dijwar de çawa bandora xwe nîşan bidin.

Di destpêkê de civîna me gihaşte encamekê ku dê nameyeke vekirî ji bo Biden, Pûtîn û Yekitiya Ewropayê re bê şandin. Sibe saet di 11.00’an de li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî dê meşek were lidarxistin. Dewleta Tirk û kiryarên dewleta Tirk dê werin şermezarkirin û di vê çarçoveyê de peyama xwe bi awayekî vekirî ragihînin ku ev êriş ne li dijî partiyek an jî aliyek siyasî ye. Ev êriş dixwaze neteweya Kurd û gelê Kurd ji holê rake. Di heman demê de dixwaze hebûna wî ya jiyanê bi perçiqandinê û heta ji destê wan were daxwaza gelê Kurd a ji bo azadiyê dereng bixin.”