′Têkoşîna Azadiya Jinên Kurd wê bibe goristana zîhniyeta dîktatorî û faşîst′

Komîsyona Jinan a KNK′ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û zihniyeta baviksalarî got: ""Em bang li hemû jinên Kurd dikin ku li qadên berxwedanê yên li dijî dagirkeriyê û faşistan ‎cih ‎bigrin û pêşengiya serhildana neteweyî bikin."

′Têkoşîna Azadiya Jinên Kurd wê bibe goristana zîhniyeta dîktatorî û faşîst′
25 mijdar, 2022   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî parçeyên Kurdistanê û zihniyeta baviksalarî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

‎ "Ji Başûrê Kurdistanê heta Bakurê Kurdistanê, ji Rojhilat heta Rojavayê Kurdistanê jinên Kurd bi ‎êrişên faşîst û zîhniyeta desthilatdar a zilamsalar re rû bi rû mane. Ev êrişa hovane nîşan dide ku ev ‎rejîmên dîktator çiqasî ji jinên Kurd ên berxwedêr û azad ditirsin.‎

Çawa ku di sala 1961’an de li Komara Domînîk bi berxwedana xwişkên Mîrabel dîktatoriya Trujîllo ‎hate rûxandin, îro jî bi têkoşîn û berxwedana jinên Kurd wê zihniyeta desthilatdar a rejîma Îranê û ‎dewleta dîktator a Erdogan bi dawî bibe. Di vê sedsalê de wê zîhniyeta zilamsalar bi têkoşîna jina ‎azad bê tunekirin.‎

Dewleta Tirk li dijî jinên Kurd ji ber ku rejîma faşîst asteng dike û nahêle ku Kurdistanê dagir bike, ‎şerê îdeolojîk dike. Armanca şerê îdeolojîk a rejîma Tirk kolekirina jinê ye.‎

Dewleta Tirk bi êrîşên xwe hîç sînoran nas nake, êrîşî Rojava û Başûrê Kurdistanê dike û di heman ‎demê de bi dronan siyasetmedar û aktîvîstên jin ên Kurd qetil dike.‎

Di dema dagirkirina Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, çeteyên ‎girêdayî dewleta Tirk yekem car êrîşî destkeftiyên jinan kirin û bi destdrêjî, zext, revandin û ‎îşkenceyan li ser jinan li herêmên dagirkirî şidet li hembrî jinan gihişt asta herî jor.‎

Dewleta Tirk şoreşa jinê ya li Rojavayê Kurdistanê dike hedef û dixwaze tola çeteyên DAIŞ’ê ji ‎jinên kurd hilîne.‎

Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê stratejiyeke li dijî jinê bi awayekî sîstematîk dimeşîne. Bi girtina ‎bi hezaran jinên siyasetmedarên kurd, dayikên aştiyê, bi gefxwarinên parlamenter û aktîvîstên jin ‎dixwaze jinan bitirsîne û bêdeng bike. Dewleta Tirk ji hêza jinên Kurd ditirse, ji ber ku li dijî ‎polîtîkaya tinekirina civakê pêşengiyê dike û bi ruhê berxwedanê civaka Kurd zindî dike.‎

Li Başûrê Kurdistanê jinên Kurd bi awayekî din bi şidetê re rû bi rû dimînin, mixabin hem di civaka ‎Kurd de û hem jî di siyaseta Kurd de desthilatdariya zilamsalarî berdewam dike û zilam li afirandina ‎jinên kole digere. Jinên ku koletiyê qebûl nakin tên kuştin an jî biçûkxistin. Li Başûrê Kurdistanê ‎cihê jinan di nav siyaset û hikûmetê de nîne. Di pergala aborî de statûya jinê nayê berçav girtin. Her ‎wiha ji ber ku dadgeh di bin serweriya partiye siyasî de ne, dozên kuştina jinan berovajî dibin û ‎sûcdar ji ceza berî dibin û bi vî rengî şidet li ser jinan zêde dibe.‎

Di heman demê de êrîşên dewleta Tirk ên bi armanca dagirkirina Başûr û afirandina alozî û bê ‎îstiqrariyê barekî giran xistiye ser pişta jinan. Di encama hêrişen artêşa Tirk a li ser herêmên Başûrê ‎Kurdistanê de gelek jinên Kurd hatin kuştin û birîndarkirin.‎

‎ Jinên Êzidî yên ku hê ji travmaya komkujiya Şengalê rizgar nebûne, dîsa di bin gefa dewleta Tirk de ‎ne. Bi rêya peymana sê alî ya di navbera PDK, hikûmeta navendî ya Iraqê û Tirkiyê de, dixwazin şer ‎biafirînin û jiyana Êzidiyan bi taybetî jî jiyana jinên Êzidî bixe xeteriyê.‎

Li Îranê girtin, îşkence û îdamkirina jinên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma dagirker a ‎Îranê ve zêde bûye. Ji ber ku jin li Rojhilatê Kurdistanê hem li ser asta civakî û hem jî di asta siyasî ‎de xwedî roleke girîng in. Rejîma Îranê hewl dide wan bitirsîne û bêdeng bike. Lewma berxwedan û ‎zanîn û xebata jina Kurd misugerkirina azadiya Rojhilatê Kurdistanê ye.‎

Niha jinên azad li Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma “Jin, Jiyan û Azadî” pêşengiya serhildanê dikin û ‎li seranserê Îranê belav kirine. Ev dirûşme weke felsefeya azadiya jinê bi lez û bez di nava hemû ‎jinên cîhanê de belav dibe û konfedralizma jinên cîhanê ava dike.‎

Bi boneya 25 Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî şideta li Ser Jinê em hemû jinên ji bo azadiyê canê xiwe ‎fida kirîne, ji Rosa Luxemburg û Xwişkên Mîrabel heta Sara û Nagîhanan, ji Arînan heta hevrênan ji ‎Leyla û Şîrîn Alemholîyan heta Jîna Emînî. li hemberî zihniyeta deselatdar a zilamsalar bwerxodan ‎kirineem bi bîr tînin.‎

Ji bo bîranîna van têkoşeran em soza xurtkirina têkoşîna xwe ya li dijî her cure êrîşên dagirker û ‎faşîstan dubare dikin. Ji bo azadiya gel û jinan xebatên xiwe berfireh dikin.‎

Em bang li hemû jinên Kurd dikin ku li qadên berxwedanê yên li dijî dagirkeriyê û faşistan cih ‎bigrin û pêşengiya serhildana neteweyî bikin.‎