​​​​​​​Şêniyên Kobanê tundiya li ser jinan û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Bi hezaran şêniyên Kobanê bi xwepêşandaneke girseyî tundiya li ser jinan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.

​​​​​​​Şêniyên Kobanê tundiya li ser jinan û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Kobanê tundiya li ser jinan û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Kobanê tundiya li ser jinan û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Kobanê tundiya li ser jinan û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Kobanê tundiya li ser jinan û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Kobanê tundiya li ser jinan û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Kobanê tundiya li ser jinan û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
25 mijdar, 2022   11:06
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên Kobanê hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundên Kobanê, ji sibehê ve berê xwe da Qada Şehîd Egîd a li naverasta Kobanê.

Xwepêşandanê ji Qada Şehîd Egîd dest pê kir û piştre li Qada Jina Azad mîtîngeke li dar ket.

Li qadê endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl îşaret bi pêwîstiya parastina metoda berxwedana jinan kir, nexasim li Rojhilatê Kurdistanê ku bi dirûşma "Jin, Jiyan û Azadî" serî hildane û got: "Dijmin hewl didin jina azad a di civakan de têk bibin, hewl didin şoreşa jinan a Rojava têk bibin. Lê em xwediyê berxwedanê ne û şoreşa bi serkêşiya jinan rumxî çek û şerê taybet têk naçe."

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 25′ê Mijdarê û sekna li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê çalakiyên cur bi cur hene.

(fr)

ANHA