Artêşa Tirk gundekî Şehbayê  û 2 gundên Zirganê topbaran kirin

Du gundên Zirganê û gundekî Şehbayê bi çekên giran hatin topbarankirin.

Artêşa Tirk gundekî Şehbayê  û 2 gundên Zirganê topbaran kirin
25 mijdar, 2022   06:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker saet di 08:00ʹan de gundên Dada Ebdal û Bobî yên navçeya Zirganê bi çekên giran topbaran kirin.

Şevê din saet 01:33ʹyan jî gundê Bêlûniyê yê kantona Şehbayê hat topbarankirin.

Agahiyên zêdetir nehatin bidesxistin.

(bb)

ANHA