​​​​​​​Koçberên Efrînê: Hikumeta Şamê bi dorpêçê nikare berxwedana me têk bibe

Koçberên Efrînê yên ku li kampan dimînin tekez kir ku berxwedan û birêxistinbûn rêya herî bibandor e ji bo derbaskirina dorpêçê û polîtîkayên qirêjî yên li dijî wan tên meşandin. Koçberan got "Dorpêçkirin îradeya me têk nabe."

​​​​​​​Koçberên Efrînê: Hikumeta Şamê bi dorpêçê nikare berxwedana me têk bibe
25 mijdar, 2022   07:00
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Ev 5 sal e ku hikumeta Şamê dorpêçeke neheq li ser kantona Şehbayê ferz kiriye, siyaseta birçîkirinê li dijî gelê herêmê, koçber û niştecihên resen dimeşîne. Vê yekê jî bi rêya rêgirtina li derbesbûna sotemenî, madeyên xwarinê û dermanan bo kantonê û ferzkirina bac û xeracên mezin ji bo derbaskirina wan, pêk tê.

Ev du meh e li ser hev hikumeta Şamê rê li ber derbaskirina madeyên bingehîn ji bo herêma Şehba ya gundewarên bakurê Helebê digire. Ev yek jî nîşana karesateke mirovî ya di rojên pêş de ye. Ev hemû jî hemwextî bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî yên bi mafên penaberan re têkildar in, tê kirin.

Bi hatina zivistanê re, ji ber nebûna sotemeniya germkirinê ji 2 mehan ve, her wiha nebûna gaza malê zêdetirî 20 rojan û kêmbûna madeyên xwarinê û dermanan li navendên tenduristiyê û nexweşxaneyan, êşa koçberên Efrînê yên li kamp û malên nîvwêranbûyî qat bi qat zêde dibe.

Têkildarî mijarê, koçberên Efrînê yên ku li Kampa Berxwedan dimînin, tekez kir ku hikumeta Şamê ji dorpêçkirinê armanc dike ku gel teslîmî polîtîkayên xwe yên qirêjî bike.

Beşar Xemîs (50) got ev 5 sal e ew di kampan de ji ber dorpêçkirina hikumeta Şamê rastî şert û mercên zehmet ên jiyanê tên.

Xemîs diyar kir ku Rêveberiya Xweser bi hemû îmkanên xwe kar dike da ku jiyaneke baş ji koçber û xelkê re peyda bike û wiha lê zêde kir: "Hewl dide hemû pêdiviyên me peyda bike, lê belê ew alîkarî têra welatiyan nake, ji ber girtina rêyên ku diçin kantonê. Em ji ber kêmbûna sotemenî û dermanan zehmetiyan dibînin. Bi hatina zivistanê re, pêwîstiya me bi pêdivî û alavên sererastkirina konan heye da ku em xwe ji sermaya zivistanê biparêzin."

Xemîs di dawiya axaftina xwe de got hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker hewl didin herêmê ji şêniyan vala bikin û wiha pê de çû: "Em bi israr in ku heta rizgarkirina bajarê Efrînê bimînin û li berxwe bidin. Dorpêç nikare îrade û berxwedana me têk bibe."

Koçbera bi navê Şehnaz Kolîko jî wiha axivî: "Dorpêça ku hikumeta Şamê li ser herêmê ferz dike, êşa me zêde dike. Hemwextî kêmbûna derman, madeyên xwarinê û sotemeniyê, nexweşî jî di nav zarokan de belav bûne."

Şehnaz bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku zextê li hikumeta Şamê bikin da ku dorpêça li ser kantonê rake û rê bide derbaskirina alîkariyên mirovî.

Koçberê bi navê Faiq Hebîb jî nêrîna xwe wiha anî ziman: "Em ji malên xwe koçberî herêmên Şehbayê bûn. Em li kampan û xaniyên wêranbûyî dijîn. Me xwe bi rêxistin kir, li dijî polîtîka û hêzên serdest ên ku hewl dan me tune bikin jî, em bi ser ketin."

Hebîb got lihevkirinên di navbera Rûsya, Îran, Tirkiye û hikumeta Şamê de; têkbirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û îsbata vê yekê jî dorpêça neheq a hikumeta Şamê ya li ser koçberên Efrînê ye.

Hebîb bal kişand ser berxwedana li hemberî dorpêça hêzên mezin a li ser gelên herêmê û ev bang kir: "Ez bang li koçberên Efrînê dikim ku li hemberî hemû polîtîkayên qirêjî yên ku li ser me tên meşandin, têkoşîn û berxwedanê bilindtir bikin."

(hs)

ANHA