Ereb û Kurd: Heke hêzên navnetewyî nekare êrişên Tirkiyê rawestîne, tu wateyê hebûna wê nîne

Pêkhateyên kurd û ereb ên Til Temirê diyar kirin ku ew di parastinê de xwe dispêrin hêzên xwe û bêdengiya hêzên navnetweyî li hember sûcên dewleta Tirk rexne kir.

Ereb û Kurd: Heke hêzên navnetewyî nekare êrişên Tirkiyê rawestîne, tu wateyê hebûna wê nîne
25 mijdar, 2022   06:16
HESEKÊ

Dewleta Tirk ji 19'ê Mijdarê ve êrişên hovane bi balafirên şer û bêmirov li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye pêk tîne.

Pêkhateyên navçeya Til Temirê êrişên dewleta Tirk ên hovane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û piştrast kir ku ew dê li ser axa xwe bimînin û li hember van êrişan li ber xwe bidin.

Cemîle Hatim ji pêkhateya ereb diyar kir ku ji dema ku bajarê Serêkaniyê dagir kir û dagirkeriya Tirk herêmên wan topbaran dike û malên wan dişewtîne.

Cemîle Hatim got: "Ev axa û şerefa me ye û em rê li ber dewleta Tirk venakin ku komkujiyên din pêk bîne, em dê di malên xwe de bimînin."

Ednan Hemad ji pêkhateya ereb diyar kir ku ew piştgiriya hêzên leşkerî dikin û dê çekan rakin û li kêlka wan şer bikin.

Hemad diyar kir ku wan kom ava kirin da ku herêmên wan ji xeteriyan biparêzin.

Hemad bêdengiya hêzên navnetweyî şermezar kir û got: “Heke ew nekarin van êrişan rawestînin, bila ji herêmê derkevin ji ber ku tu wateya hebûna wê nîne.”

Rabia El Hisên destnîşan kir ku dewleta Tirk êrişî pêkhateyekê tenê nake, ew di êrişên xwe de mafên mirovan bin pê dike.

Îsa Receb ji pêkhateya Kurd da zanîn ku ev êrişan ne nû ne, dewleta Tirk her tim hewl dide kurdan tune bike. Îsa diyar kir ku Erdogan ji teqîna Stenbolê hincet girt ku dest bi êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye bike

Receb piştrast kir ku QSD'ê karî hebûna çeteyên DAIŞ'ê têk bibe, ew nahêle ku êrişan li dijî herêmê pêk bîne.

Receb piştrast kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dispêre xwe.

(dm)

ANHA