​​​​​​​Artêşa Tirk stasyona petrolê ya Tirbespiyê kir hedef

Dewleta Tirk a dagirker stasyoneke petrolê ya navçeya Tirbespiyê topbaran kir. Leşkerên artêşa Tirk jî ji girê lê bi cih bûne gule davêjin herêmê.

​​​​​​​Artêşa Tirk stasyona petrolê ya Tirbespiyê kir hedef
24 mijdar, 2022   20:17
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me ragihandine, dewleta Tirk a dagirker stasyona petrolê ya li nêzî gundê Mele Ebas ê bakurê navçeya Tirbespiyê topbaran kir.

Nûçegihana me destnîşan kir ku 2 top li stasyonê ketine.

Hemwextî wê, herêma ku tê topbarankirin, ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve ku li girê nêzî sînorên di navbera herêmê û Bakurê Kurdistanê de bi cih bûne, tê gulebarankirin.

Têkildarî ziyanên topbaranê tu agahî nehatin bidestxistin.

ANHA