​​​​​​​Siyasetmedar û hiqûqnas: Divê cîhan dawî li êrişên dewleta Tirk bîne

Siyasetmedar û hiqûqnasan da zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê "sûcên şer ên giştî ne" û got: "Divê dewletên hîna wateya mirovahiyê dizanin dawî li van êrişên dewleta Tirk bînin."

​​​​​​​Siyasetmedar û hiqûqnas: Divê cîhan dawî li êrişên dewleta Tirk bîne
25 mijdar, 2022   03:25
NAVENDA NÛÇEYAN-CÛDÎ ÎSMAÎL

Dewleta Tirk a dagirker ji şeva 19′ê Mijdarê ve êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin; navendên stratejîk, mîna nexweşxane, tenduristî, dibinstan, depoyên dexlûdanan, cihên petrol û gaze û herên tê de şênî hene.

Her wiha balafirên dewleta Tirk a dagirker gelek nuqteyên hikumeta Şamê ku cara yekemin di 2019′an de li Kobanê, Şehba û gundên Girê Spî hatibûn avakirin, bombebaran kirin.

Di encamê de gelek windahî çêbûn, lê hikumeta Şamê tu helwesta heta niha nîşan neda, tenê di ragihandina hikumetê ya fermi de nûçeyek heye û ew jî"gelek leşkerên me hatin qetilkirin".

PÊKANÎNA HEMAN SÛCAN

Têkildarî mijarê, siyasetmedarê misirî Ramî Zehdî ji ajansa me re axivî û wihagot: "Rejîma Tirkiyê, ruxmî ku di siyaseta xwe ya sûcan li dijî gelek gel û neteweyên herêmê de dewam dike, di serî de Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê ji dema hatiye ser desthilatê ve di rewşên xwe yên herî lawaz de ye, lê belê di qonaxa tevlihevî û têkçûnê de ye. Êdî bi heman destwerdanên berê ku tê de bi bin ketine, li encaman digere."

Zihdî wiha domand: "Rejîma Tirkiyê gelek caran hewl da tawana terorê bi Kurdan ve biçesipîne, lê cîhanê heta niha ew tawan qebûl nekiriye, lê heta cîhanê ev tawan ji bo berjewendiyên xwe yên hevbeş bi rejîma Tirkiyê derbas kir, lê berdêla ku dide rejîma Tirkiyê, di berê, niha û pêşerojê de ye. Ew berdêlekî giran e û planên wê di guhartina demografiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi bin ket û nikarî Kurd çi li Sûriyê, Iraqê, Îran û Tirkiyê derbe bikira yan jî heta nasnameya wan biguherta."

PÊKANÎNA TIMA Û FÎNANSEKIRINA HUNDIR

Li ser armancên ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide ji van êrişan bi dest bixe Zehdî wiha pê de çû: "Di tevahî bombebaran û êrişên berê yên dewleta Tirk li ser bakurê Sûriyê de planên xwe yên serwerîkirina li vê xakê pêk dianî, demografiya herêmê hedef digirt, dûre armanca mezin dihat, ew jî kontrolkirina dewlemendî û qûta gelan. Ew yek di baweriya dewleta Osmanî ya kevn de hatiye çandin, lê bombebaran û êrişa vê carê xwesteka rejîma Tirkiyê di bikaranîna belgeya kurdan a li rêvebirina dîmena hilbijartinê ya li hundirê Tirkiyê de zêde dike. Ji ber rejîma Tirkiyê di krîzên siyasî, aborî re derbas dibe  û hêza muxalefeta Tirkiyê zêde dibe."

JINÛVE XURTKIRINA KOMÊN TERORÎST

Balafirên dewleta Tirk a dagirker roja çarşemê nuqteyên hêzên parastina ewlehiya kampa Holê dikin, ku tê de malbatên çeteyên DAIŞ′ê yên biyanî hene, bombebaran kir, di encamê de gelek ji wan revîn.

Li ser bandorên van êrişan li dijî DAIŞ′ê li herêmê Zihdî ev tişt got: "Hêzên herêmî yên Kurd di dan û standina li dijî terorê de xwedî tecrûbeyên bandor û serkeftî ne, dibe ku hêza birêxistinkirî ya yekane li ser asta cîhanê be ku di têkbirina DAIŞ′ê û neçarkirina wê ya derketina ji herêmê de bi ser ket. Lê dewleta Tirk niha hewl dide berovajî wê yekê bike."

Zihdî ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk hewl dide ji nû ve komên terorîs li herêmê xurt bike, ji ber ew di rêvebirina dosyayên rejîma Tirkiyê yên derve çi li Sûriyê, Iraq, Lîbya û Afrîkayê de dibe, alavên bingehîn û aktîf in. Berdewama serdegirtina hêzên Kurdî ji komên terorîst re rêya yekane ya sînordarkirin û sekna li hember firehbûna dewleta Tirk e. "

BANDORÊN MEZIN ÊN ÊRIŞAN LI SER ASTA DEWLETA SÛRIYÊ

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên dawî de avahiyên tenduristî, kehrebe, nuqteyên petrolê de ku tevahî gelê Sûriyê jê sûdê werdigire hedef digire û bi wê re bandore li debara welatiyan dike.

Têkildarî mijarê, Zihdî destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser tevahî astan xwedî bandorên mezin in û wiha pê de çû: "Mixabin bandorên mezin ên aborî, civakî û derûnî li ser asta dewleta Sûriyê, gelê Sûriyê bi hemû netewe û etnîkên wê heye. Em bi hêvî ne ku rûmetdarên ji dewletên cîhanê ku hîna wateya mirovahiyê dizanin van êrişên li ser dewletên girîng di Rojhilata Navîn û herêma Ereb de çi li Sûriyê yan jî Iraqê bi dawî bikin."

DIVÊ HEMÛ PABENDÎ SOZÊN XWE BIN

/kr/uploads/files/2022/11/24/195915_.webp

Siyasetmedarê Misirî Ramî Zihdî xîtabî gelên herêmê kir û wiha got: "Divê hemû bi berpirsiyariyên xwe li hember gelên herêmê rabin û hemû sûcên dewleta Tirk ên li dijî her kesî bizanin. Rewşa cîhanê ya niha pir zehmet e û tê de gelek pirsgirêk û şer hene, şer û binpêkirinên din li dijî netewe yan jî gelekî yan jî dewleteke li herêmê tehemûl nake. Zextkirina li ser dewleta Tirk bi zimanê berjewendiyên aborî, ji bo sekinandina kiryarên xwe yên berfirehkirin û timayên xwe di dewlemendiyên gelên herêmê de, dibe ku ya herî guncaw be."

PLANEKE HERÊMÎ YA MEZIN

Gerînendeyê rêveber a rêxistina Yemîn Ewlen ′Destpêkê Rastê′ Ebdulkerim El Ensi da zanîn ku girêdaneke eşkere di navbera pêkanîna êrişan û lûtkeya G20 de heye, tê de serokê dewleta Tirk a dagirker bi serokê Amerîka Jeo Biden re civiya. El Ensî ji ajansa me re li ser vê yekê wiha got: "Ji bo êrişa dewleta Tirk li ser bakurê Sûriyê, girêdaneke eşkere di navbera pêkanîna êriş û derbeyên asîmanî û lidarxistina lûtkeya G20 de heye."

El Ensî got: "Ez bi dûr nabînim ku di navbera Amerîka, Rûsya û wekîlên wan, Îran û Tirkiyê de ji bo hedefgiritna kurdan planeke mezin hebe, piştre herêmê bi giştî parçe bikin."

El Ensî wiha pê de çû: "Serokên Tirkiyê kujerên gelên Kurd û Ermen in. Lê Erdogan a herî keysbaz e. Di hilbijartinên wî de em her tim dibînin tiştek dibe, mîna teqîna Stenbolê û piştre bombebarankirina nuqteyên Kurdan, da ku alîgiriya gel qezenc bike. Lê demê Kurdan şerê DAIŞ′ê kir, leheng bûn û niha dewleta Tirk Kurdan bi terorê wesif dike. Ev dualîteya li dijî gelê Kurd pir qirêj e. Divê bi hemû pîvanên guncaw tên dîtin, bersiv hebin."

SÛCÊN ŞER ÊN GIŞTÎ

El Ensî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên sivîlan û hedefgirtina tevahî etnîkan ji Kurd, Ereb û Suyan bi "sûcên şer ên giştî" wesif kirin û bang li civata navneteweyî kir ku gotina xwe li hember "sûcên qirkirinê yên giştî" bike.

Gerînendeya Rêxistina Yemîn Ewlen Ebdulkerîm El Ensî wiha dawî li gotina xwe ani: "Di aliyê erebî de ez rastgir im, ez texmîn dikim ku doza Kurd êdî kûrahiya xwe ya erebî û herêmî vedigerîne, bi wê re hêrsa gel a rasteqîn li dijî sûcên bi ser Kurdan de tên heye. Ez texmîn dikim ku ereb û gelên ereb ji doza Kurd ve nêz bûn, bi wê re helwest bû gelêrî û tu êrişên li dijî herêmê qebûl nake."

(fr)

ANHA