​​​​​​​Emîne Omer: Erkên şeklî yên hikumeta Şamê jineke bêîrade afirand

Hevseroka MSDʹê Emîne Omer diyar kir ku “erkên şeklî yên ku di nava rejîma desthilatdar a hikumeta Şamê de ji jinên Sûriyê re hatine diyarkirin, jineke bêîrade û bêyî têkoşîn afirand”. Emîne Omer bang li hemû jinên Sûriyê kir ku li dijî şîdetê têkoşînê mezin bikin.

​​​​​​​Emîne Omer: Erkên şeklî yên hikumeta Şamê jineke bêîrade afirand
24 mijdar, 2022   23:37
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Sîstema desthilatdar û kapîtalîst a dewletê, her tim hewl daye jinên ku mafên xwe yên bingehîn dixwazin, bê îrade bihêlin û bi dayîna hin erkên şeklî yên di sîstema dewletê de wan bê deng bike.  

Hikumeta Şamê ya ku li ser esasên pergala navendî ya desthilatdar hatiye avakirin û jinan wek hêmaneke îstîsmarê di siyaset, aborî û aliyên din ên jiyanê de dibîne, yek ji mînakên herî diyar ên vê zîhniyetê ye.

TUNDIYA DEWLETÊ

Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer rola jinan di nava sîstema hikumeta Şamê de û rola wan a di projeya neteweya demokratîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de  nirxandin.  

Emîne Omer di destpêka axaftina xwe de keda hemû jinên ku li dijî tundiyê têdikoşin, pîroz kir û bal kişand ser sûcên dewleta navendî yên tundiya li ser jinê. Emîne Omer got: "Ev siyaset bi berfirehî ji aliyê rejîmên desthilatdar ve tê meşandin û Sûriye jî mînaka vê siyasetê ye."

Li ser rewşa jinên Sûriyê di salên 50'yî yên sedsala borî de, Emîne Omer diyar kir ku di wê demê de jina Sûriyê yekem jina Ereb bû ku mafê dengdan bi dest xistibû û wiha lê zêde kir: "Bi saya hewldan û têkoşîna wê ya ji bo bidestxistina hinek ji van mafên xwe ev weke destkeftiyek mezin hate hesibandin."

JIN DI DEMA DESTHILATA PARTIYA BAASÊ DE

Emîne Omer her wiha bal kişand ser rewşa jinan li Sûriyê piştî hatina partiya Baas li ser desthilatê di sala 1963'an de û wiha pê de çû: "Rejîmên piştî salên 60'yî yên sedsala borî, bi taybetî piştî ku partiya Baas a Erebî li Sûriyê hat ser desthilatê, hatin guhertin. Ji ber ku zîhniyeta baviksalar a rejîmê û nêrînên mezhebî, olî û eşîrtî sedemek sereke bû ji bo dûrxistina jinan û zehmetkirina bidestxistina mafên xwe.

Hevseroka MSDʹê diyar kir ku li Sûriyê jî jin ji siyasetê dûr ketin û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Rejîmê doza jinan bi dayîna hin rolên şeklî ji bo wan îstîsmar dikir. Mînak; hin jin di cihên rêveberiyê we wekî cîgirên serokkomariyê an jî parlamantoya Sûriyê de û hejmareke biçûk di avakirina hikumetê de erkdar dikirin."

Emîne Omer anî ziman ku li ser erdê tu maf û rola rêveberiyê ya jinan tune ye û wiha got: "Tevî hebûna qanûnên taybet ji bo jinan di destûra Sûriyê de ku daxwaza parastina mafên wan dike û tekeziyê li ser rola wan di hemû warên siyasî, aborî, civakî û çandî de dike, her wiha ku banga wê yekê jî dike di maf û erkan de wekhevî hebe, lê ev yek tenê teorîk maye."

‘JINEKE BÊÎRADE DIAFIRÎNIN’

Emîne Omer got ku hîn jî jin ji ber pergala heyî êşê dikişînin ku piştî sala 2011'an di encama şer û pevçûnên li Sûriyê de rewşa wan hîn xerabtir bûye û wiha dom kir: "Di vî şerî de jina sûrî berdêlên giran dan, hatin qetilkirin, girtin û tecawiz li wan hat kirin. Heman demê  her cure polîtîka, bi taybetî jî polîtîkaya tirsandinê li dijî wê hate meşandin da ku daxwaza mafê xwe neke."

Emîne Omer destnîşan kir ku rêyeke dirêj li pêşiya jinên sûrî heye da ku mafên xwe bi dest bixin û wiha domand: "Sedema vê jî zîhniyeta rejîmê ye ku jineke qels a bê îrade ya li gorî adet û kevneşopiyên civakî tê birêvebirin, afirandiye ye. Lewma pêwîstiya jinan bi têkoşîneke mezin heye da ku bikaribin rola xwe ya rastîn di dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re bilîze û beşdarî proseya siyasî bibin û mafên xwe misoger bikin."

Emîne Omer wiha îşaret bi rewşa jinan a di nava "Opozisyona  Sûriyê " d kir û wiha got: "Zîhniyeta opozîsyonê ji zîhniyeta rejîmê ya li hember jinan cuda nîn e. Rêjeya beşdarbûna jinan di nava opozisyonê de pir kêm e, ji sedî 8'an derbas nake. Ji ber vê yekê jî di nava opozisyonê bi xwe de jî, rola jinan tê dûrxistin."

JIN LI HERÊMÊN RÊVEBERIYA XWESER

Hevseroka MSDʹê di dewama nirxandinên xwe de behsa rewşa jinan a li herêmên Rêveberiya Xweser jî kir û her wiha got: "Projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser li ser bingehê azadiya jinan, wekhevî û edaleta di nava civakê de hatiye avakirin. Derfet li pêşiya wê vekirîne ku bi îradeyek xurt tev li hemû qadan bibe û xwe di nava vê pergala demokratîk a ku wekheviya tam ji bo wan misoger dike, dibîne. Rêveberiya Xweser jineke bi hêz û bi biryar ava kir ku di navendên biryarê de beşdar e. Bi taybetî jî piştî pergala hevserokatiyê ku ji bo pêkanîna wekheviya zayendî û biryardayîna wekhev, sîstema îdeal e. Beşdarbûna jinan di nava saziyên Rêveberiya Xweser de ji sedî 50 ye. Ev yek ji rêjeyên herî bilind li cîhanê tê dîtin, ev jî tê wê wateyê ku jinan di Rêveberiya Xweser de gelek destkeftî bi dest xistine."

Emîne Omer bal kişand ser rola projeya neteweya demokratîk di parastina mafên jinan de û wiha got: "Projeya demokratîk a bi pêşengiya jinan gelek destkeftî bi dest xist, qanûnên taybet ji bo jinan derxistin da ku daxwazên xwe pêk bînin û mafên xwe misoger bikin. Vê projeyê jineke bi hêz û xwedî îradeyeke xurt afirand ku di qadên cuda de beşdarî biryardanê dibe."

‘JI BO AZADÎ Û WEKHEVIYÊ TEV LI HEMLEYA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ BIBIN’

Hevseroka MSDʹê destnîşan kir ku pirsgirêka jinan li cîhanê yek e û wiha got: "Em wek jinên Sûriyê li gelek herêmên Sûriyê li dijî zîhniyeta desthilatdar û baviksalar şer dikin. Em hewl didin mafên jinan biparêzin û di destûra pêşerojê ya Sûriyê de misoger bikin da ku ev maf pratîk bin û ne şeklî bin."

Emîne Omer diyar kir ku ji ber ew beşdarî pêvajoya veguhertina demokratîk a Sûriyê dibin, her pêngavek ku ew diavêjin ne tenê ji bo mafên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lê belê ji bo tevahî jinên Sûriyê ye û wiha pê de çû: "Eger pêvajoyeke siyasî hebe, wê demê divê jin jî tê de beşdar bibin da ku mafên xwe di destûra pêşerojê ya Sûriyê de bi awayekî bibandor misoger bikin."

Hevseroka MSD’ê Emîne Omer bang li jinên Sûriyê kir ku xwe ji qalibên şeklî derxin û wiha lê zêde kir: "Tirsa ku jin di van salên dawîn de pê re rû bi rû mabûn, hiştiye ku ew heya radeyekê tiştên ku jê re hatine diyarkirin, qebûl bikin. Ji ber vê yekê divê jin ji van polîtîkayên çewisandinê derkevin û bi tevlêbûna hemleya "Jin Jiyan Azadî" daxwaza azadiya xwe bikin, heta ku rastiya xwe keşf bikin. Bi vî awayî dê bigihêjin azadî, wekhevî û dadmendiyê di nava civaka Sûriyê de. Divê jin têkoşînê li dijî tundiya ku li dijî wan tê kirin, çi tundiya siyasî, çi civakî û çi jî aborî xurt bikin."

(hs)

ANHA