`Em ji bo dîtina mekanîzmayekê ji bo li dadgehên navneteweyî giliya Tirkiyê bikin, dixebitin`

Hevseroka Komîteya Belgekirina binpêkirinên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin, parêzer Viyan Eyûb diyar kir ku komîte dixebite da ku mekanîzmeyekê peyda bikin ji bo li dadgehên navneteweyî giliyê Tirkiyê bikin.

`Em ji bo dîtina mekanîzmayekê ji bo li dadgehên navneteweyî giliya Tirkiyê bikin, dixebitin`
25 mijdar, 2022   04:36
KOBANÊ CÛMA MIHEMED

Dewleta Tirk a faşîst beriya çend rojan sûcên şer di êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk anîn.

Li aliyekî din, Komîteya Belgekirina Binpêkirinan hewl dide ku li pêşiya dadgehên navnetweyî li dijî dewleta Tirk dozan veke.

/kr/uploads/files/2022/11/24/200236_-.webp

Hevseroka Komîteyê û parêzer Viyan Eyûb diyar kir ku armanca komîteyê û erka wê ya esasî ew e ku tevahî sûcên dewleta Tirk li dijî sivîl û tevahî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, belge û arşîv bike da ku piştre ji dadgehên ewropî û navneteweyî re rêke.

Viyan Eyûb bal kişand ser sûcên şer ên dewleta Tirk û got: “Dewleta Tirk binesaziyê mîna dibistan, nexweşxane û stasyonên gazê dike hedef.”

Viyan Eyûb piştrast kir ku dewleta Tirk eşkere qanûn û peymanên navnetweyî bin pê dike. Bi van toparanan sûcên şer pêk tîne, kurdan tune dike û serweriya dewletên cîran dike armanc.

Viyan wiha domand: “Armanca sereke ya komîteyê, li dadgehên navneteweyî doz li dijî Tirkiyê vekin. Ji bo lidarxistina van dozan, divê gelek şert pêk werin û demeke dirêj digirin. Em niha hewl didin mekanîzmeyekê peyda bikin ji bo dest bi van girtekan bikin ji bo di pêşerojê de û di demeke nêz de, doz li dijî Tirkiyê vekin.”

Bi dehan parêzer û hiqûqnas di civîna ku li Kobanê de di 24'ê Îlonê de hatiye lidarxistin, hazir bûn û komîteya belgekirina binpêkirinên li dijî sûriyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kir.

(dm)

ANHA