​​​​​​​Li rojavayê Dêrazorê navendek çandê hate vekirin

Piştî amadekariyên komiteya çand û hunerê û Komeleya Marî Meclis herêma rojava ya Dêrazorê navenda çandê li bajarokê El Kîsra, vekir.‎

​​​​​​​Li rojavayê Dêrazorê navendek çandê hate vekirin
24 mijdar, 2022   15:49
DÊRAZOR ‎

Komîteya Çand û Hunerê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi koordîneya Komeleyê Marî, avahiya çand û Hunerê amede kirin. Navend ji 2 ode û holekê ji bo çalakiyên çandî pêk tê. ‎

Bi dehan endamên saziyên sivîl a gundewarên rojava yên Dêrazorê, rewşenbîr û bi dehan ‎şêniyên bajaroka El Kîsra amade bûn. ‎

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Dêrazorê Ehlem El Şêx diyar kir ku vekirina vê ‎navendê, gava yekemîn e ku çandê ji van qeydan rizgar bike û hêvî kir ku sala bê tijî ‎çalakiyên çandî û wêjeyî be.

/ar/uploads/files/2022/11/24/132011_ljnh-althqafh-walfn-baltaawn-ma-jmayh-mary-tftth-almrkz-althqafy-fy-bldh-alksrh-28229.webp‎

Endama Komeleya Marî, Nor El Icêl diyar kir ku armanc ji vekirina vê navendê ew e ku mîrata ‎vê herêmê vejînin û çalakiyên çandî û wêjeyî pêk bînin. ‎

Di şahiya vekirinê de talboyên kevin ên Dêrazorê ku çand û şaristaniya Dêrazorê nîşan didin hatin pêşandan. Tablo yên şêwekar Fatih Mendîl bûn.

Di dawiyê de, hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya Dêrazorê Ehlem El Şêx deriyê navendê vekir û beşdar li navendê geriyan. ‎

(dm)

ANHA