Beriya 25’ê Mijdarê; bi çalakiyan tundiya li dijî jinan hate şermezarkirin

Jin û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriye da zanîn ku ew têkoşîna xwe li dijî tevahî sûcên tundiya li dijî jinan dewam dikin û got: "Em ê bi yek destê heta avakirina civakeke azad û demokratîk tê bikoşin."

Beriya 25’ê Mijdarê; bi çalakiyan tundiya li dijî jinan hate şermezarkirin
24 mijdar, 2022   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê (25’ê Mijdarê) de, li Minbicê jinan û li Dêrazorê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê tundiya li ser jinan şermezar kirin.

MINBIC

Jinên bajêr û endamên saziyên jinan ên bajêr bi armanca şermezarkirina tundiya li ser jinan, li çerxerêya Jinan a li rojhilatê bajêr çalakiyek li dar xist.

Di protestoyê de daxuyaniyek bi navê jinên Minbic û gundewarê wê ku ji aliyê hevseroka Meclisa Ebû Qelqel, Hacer Elî ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi navê jinên Minbicê bi hemû pêkhateyên wê û bi navê her jineke azad ku li dijî hişmendiya baviksalarî û dîktatorîzmê tê dikoşe, em hemû sûcên li dijî jinan şermezar dikin.

Sûcên tundiya li ser jinan bi armanca têkbirina îradeya wan ji aliyê hişmendiya baviksalarî û pergalên kapîtalîst ve tên pêkanîn, ku jin ji aliyê wan ve wek amûrek ji bo pêkanîna berjewendiyan hat bikaranîn û rola wê di hemû aliyên jiyanê de bi bihaneyên nerast hat paşguhkirin.

Di bûyerên dawî yên Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî de, jinan herî zêde zirar dîtin, nexasim di herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de. Lê tevî vê jî jinan ji bo parastina hebûna xwe û dîroka xwe, di qadên xwecih û herêmî de li hember hemû cureyên tundiyê serî hildan.

Têkoşîna jinan ranawestiya. Bi taybetî jî şoreşa jinê ya Rojava ku bi fikrê azad ê rêber Ocalan dest pê kir û tê de jinan xwe di rêveberiyên xweser û tevgerên jinan de bi rêxistin kirin û têkoşîna xwe ya ber bi azadiyê ve bilind kir û rêxistina herî metirsîdar a terorî têk bir.  Jin dikarin şoreşeke fikrî ya rastî li dijî pergalên faşîst û hişmendiya baviksalarî bidin meşandin; ji ber ku ew êdî bi doza xwe bawer e û bûye xwedî îdeolojî.

Em soz didin ku heta avakirina civakeke demokratîk û azad têkoşîna xwe bidomînin.”

Çalakî bi diruşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Jin jiyan e, jiyanê nekujin" bi dawî bû.

DÊRAZOR

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, li pêşiya Meclisa Ebû Herdob a rojhilatê Dêrazorê, çalakiyek li dar xist. Tê de daxuyaniyek ji aliyê endamê tevgerê Salih Elî Xelîfe ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ciwanan sûcên li dijî jinan ên di bin navê kevneşopî û edet û olê de şermezar kirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku desthilatiya zilam ol û edet li gor berjewendiyên xwe bi kar anîn û bi bihaneyên nerast kuştina jinan rewa kir.

Di daxuyaniyê de soza domandina têkoşînê li ser şopa fikrê rêber Ocalan heta pêkanîna azadiyê û rizgarkirina civakê hat dayîn.

çalakî bi siloganên “Bijî Berxwedana Jinan” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

(mh)

ANHA