Dewleta Tirk qada topbarankirina navçeyên Şera û Şêrawa fireh kir

Artêşa Tirk a dagirker qada hedefgirtina navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê firehtir kir û gelek gund topbaran dike.

Dewleta Tirk qada topbarankirina navçeyên Şera û Şêrawa fireh kir
24 mijdar, 2022   16:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker qada hedefgirtina navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê firehtir kir.

Li gorî agahiyan artêşa dagirker gundên Soxanekê, Aqîbê, Bênê, Dêrcimêlê û Ziyartê yên navçeya Şêrawa, Keştarê û Tinibê yên navçeya Şera topbaran dike.

ANHA