Dewleta Tirk li gundekî Qamişloyê 3 kes birîndar kirin

Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk li gundekî Qamişlo erebeyek bombebaran kir. Di encamê de 3 welatî birîndar bûn.

Dewleta Tirk li gundekî Qamişloyê 3 kes birîndar kirin
23 mijdar, 2022   10:17
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bê mirov a bi çek li gundê Mesrefê yê bajarê Qamişlo erebeyeke welatiyan kir hedef.

Di encama bombebaranê de 3 welatiyên di erebeyê de birîndar bûn. Beriya vê jî, li Tirbepsiyê erebeyeke karkeran bombebaran kir, di encamê de 4 kes karker birîndar bûn.

(bb)

ANHA