Duyemîn mezintirîn stasyona petrolê li Qamişlo hat bombebarankirin

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker stasyonên Seîde û Zerabe yên bakurê navçeya Tirbespiyê bombebaran kirin.

Duyemîn mezintirîn stasyona petrolê li Qamişlo hat bombebarankirin
23 mijdar, 2022   10:29
QAMIŞLO

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker stasyona Zerabe ya nêzî gundê Mela Ebas bombebaran kir. Piştî wê, balafirên şer ên dagirkeriya Tirk stasyona Seîde ya nêzî gundê Girdîm ê ku 10 kîlometreyan li bakurê navçeya Tirbespiyê ye bombebaran kir.

Her du stasyon ji bo komkirina petrolê tên bikaranîn.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me dane, ji saetên sibehê de û li pêş çavên dewriyeyên Rûsya û Amerîkayê yên li herêmê hemû saziyên petrolê yên li navçeya Tirbespiyê hatin bombebarankirin.

Stasyona Seîde duyemîn mezintirîn stasyona komkirina petrolê ya li kantona Qamişlo ye. mezintirîn stasyona petrolê jî stasyona Rimêlan e ku di sala 2019`an de ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatibû hedefgirtin.

(cx)

ANHA