Li Rojhilatê Kurdistanê grev dest pê kir

Piştî qetilkirina bi dehan xwepêşandêran û tundûtûjiya hêzên dewleta Îranê yên di rojên borî de, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê grevê destpê kir.

Li Rojhilatê Kurdistanê grev dest pê kir
23 mijdar, 2022   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandan û çalakiyên bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî re yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpêkirîn tevî kuştin, girtin, komkujî, darvekirin û her cure tundûtûjiyê bi berfirehî didome.

Duh li bajarên Ciwanro, Riwanser, Pawe, Bane, Seqîz, Kamyaran, Sine, Bokan û hinek bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê dikandaran wek nerazîbûn li hemberî qetilkirinên xwepêşanderan yên di rojên borî de grev destpêkirin û dikanên xwe girtin. Her wiha gelek dibistan jî nehatin vekirin.

Li gorî dîmenên di medya civakî de hatîn belavkirin, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi taybet li bajarê Ciwanro û Seqîz helîkopterên dewletê li asîman digeriyan.

Tevî tundûtûjî û komkirina hêzek mezin a hêzên dewletê, şeva borî li bajarên Sine, Merîwan, Urmiye, Dêwlan, Pîranşar, Seqîz û çend bajarên din, carek din ciwanan bi pêxistina agir û girtina rêyan li trafîkê xwepêşandan û çalakiyên xwe domandin.

Li gorî agahiyên hatîn belavkirin şeva borî herî kêm xwepêşanderek li herêma Muçşî ya Sine jiyana xwe ji dest da.

Di heman demê de li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê tevgerên hêzên dewleta Îranê yên ji bo serdegirtina malan û binçavkirina xwepêşanderan berdewam bû. Ajansa Tensnîmî ya girêdayî pasdarên Îranê vê pêla binçavkirinê piştrast kir û ragihand ku pêngavek berfireh a binçavkirina xwepêşanderan li Mehabadê pêk hat. Her wiha hat destnîşankirin ku wê hîn zêdetir hêzên dewletê li herêmên Kurdistanê werin bi cih kirin.

Li ser asta Îranê jî li zanîngehan xwepêşandan û çalakî berdewam bûn. Bi mebesta piştgirî dayîna xwepêşandanên li Kurdistanê gelek dirûşme hatin berzkirin.

Li Zahîdan ji bo hevsoziya li gel xwepêşanderên li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên cuda cuda hatin li darxistin. Li gel van li bajarê Tehran, Endîmşik, Mîhr, Rey û gelek bajarên din xwepêşandan û çalakî berdewam bûn.

Ji bo şermezarkirina qetilkirina xwepêşanderan û berfirehkirina xwepêşandanan Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bang kir ku di roja 24’ê Mijdarê de li seranserê Îranê grev were destpêkirin.

Li gorî bîlançoya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê di nava hefteya borî de zêdetirî 72 xwepêşander li Îranê hatine qetilkirin ku 52 kes li parêzgehên Kurdistanê bûn. Rêxistinê kiryarên dewletê yên li herêmên Kurdistan, Sistan û Beluçistanê weke sucê li dijî mirovahiyê bi nav kir û daxwaza kir ku lêkolînek navneteweyî li ser van sûcan were kirin.