Bîlançoya 24 saetan a êrişên dagirkeriyê li ser herêma Efrînê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 24 saetên dawîn de 26 cihên li navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê û kantona Şehbayê hedef girtine, 1300 top li herêmê ketine. Di êrişan de 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dane.

Bîlançoya 24 saetan a êrişên dagirkeriyê li ser herêma Efrînê
23 mijdar, 2022   06:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 24 saetên dawîn de li kantona Şehbayê 14, li navçeya Şera 7, li navçeya Şêrawa jî 5 dever û gund hedef girtin.

Cihên ku bûne hedefa êrişên dagirkeriyê, ev in;

Kantona Şehba: Semûqa, Til Medîq, Til Cîcan, Medûnê, Til Enab, Şêx Îsa, Balafirgeha Minix, Bendava Şehba, Bêlûniyê, Til Rifet, Werdiyê, Sealê, Kefer Naya, Eyn Deqnê.

Navçeya Şera: Merenaz, Malikiyê, Şewarxa, Til Ecar, Elqemiyê, Îrşadiyê, Tat Maraş.

Navçeya Şêrawa: Meyasê, daristana Soxanekê, Bênê, Aqîbê, Bir Qas.

Hate ragihandin ku zêdetirî 1300 guleyên obîs, hawan û tankê li herêmê ketine.

Di encama êrişên dijwar de, 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan, 2 leşker jî birîndar bûn. Her wiha zirarên madî di mal û milkên welatiyan de çêbûn.

(cx)

ANHA