Niştecihên Girê Spî ya dagirkirî bi serma û birçîbûnê re rû bi rû ne

Niştecihên li herêmên kantona Girê Spî ya dagirkirî di nav şert û mercên jiyanî û aborî yên zehmet de dijîn.

Niştecihên Girê Spî ya dagirkirî bi serma û birçîbûnê re rû bi rû ne
23 mijdar, 2022   06:33
EYN ÎSA

Welatiyên ku li kantona Girê Spî ya dagirkirî dimînin ji ber kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê azaran dikişînin, ku bi awayekî yekser bandor li kar û barên wan ên jiyanî dike. Nexasim bi hatina Zivistanê re ku çeteyên dagirkeriya Tirk nirxan kontrol dikin û dest dantînin ser madeyên bingehîn wekî nan û mazotê.

Li gorî çavkaniyên herêmî yên ji kantona Girê spî, ji ber bihabûna nirxê mazotê şênî neçar dibin ji bo germkirinê tûrbeyên naylon û madeyên bilastîk kom bikin û bişewitînin. Çavkaniyan da zanîn ku şênî li hember sûcên dagikeran bi hêrs in.

Mazot tenê li cem artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê heye.

Li gorî çavkaniyên herêmî nirxê bermîlê mazotê li Girê Spî ya dagirkirî milyoneke lîreyên Sûriyê ye.

Ji ber bihabûna mazotê warê çandiniyê jî bi paş ketiye, rûbera erdên çandiniyê kêm bûye. Ji ber cotkar nikarin madeyên sotemeniyê yên pêwîst peyda bikin û tenê secrete wan madeyan di destê xwe de digirin û li erdên çandiniyê yên şêniyên ku dest danîne ser bi kar tînin.

Demeke berê çavkaniyan ji ajansa me re gotibû ku kesê bi navê Ebû Ebdo Iqtîsadiyê ku serçeteyê "Feyleq El Mecd" e dest daniye ser 5 hezar donim erd li gundewarê rojavayê kantona Girê Spî ya dagirkirî.

Di Cotmeha borî de, çavkaniyekî xwecihî ji bajarokê Silûkê ji ajansa me re ragihandibû ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker parên nan dizîne û sêqatê nirxê li firinan (15 lîreyên Tirk) anku bi 5 hezar lîreyên Sûriyê firotine. Tê zanîn ku nan li firinan bi 6 lîreyên Tirk anku nêzî 2 hezar lîreyên Sûriyê tê firotin.

Li kantona Girê Spî ya dagirkirî ard jî dem bi dem qut dibe, hin caran digihêje 10 rojan ji ber ku dewleta Tirk a dagirker dest datîne ser wê. Hêjayî gotinê ye ku ard di deriyê sînorî re derbasî herêmê dibe ku di bin kontrola çetyan de ye. Dagirker, genimê li depoyên herêmê (Şergirak, Dehlîz û Sexrat) jî didzin û welatiyên li kantonê bi birçîbûnê re rû bi rû dihêlin.

ANHA