Pêkhateya Ermen: Em ê xaka xwe biparêzin

Ermenên bajarê Hesekê diyar kir ku ew ê li hember êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bin û li kêleka hêzên leşkerî yên parastinê bisekinin.

Pêkhateya Ermen: Em ê xaka xwe biparêzin
23 mijdar, 2022   06:51
HESEKÊ - BASIL REŞÎD

Welatiyên ji pêkhateyên Ermen ên bajarê Hesekê anîn ziman ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçberkirina pêkhateyên herêmê ye. Her wiha anîn ziman ku ew rê nadin ku ev armanc pêk were.

endamê Meclisa Civaka Ermenî ya Hesekê Can Mardo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye û gelê wê şermezar kir û diyar kir ku armanca van êrişan ew e ku pêkhateyên herêmê, di nav de Ermenc koçber bike.

Can Mardo destnîşan kir ku ew ê li kêlka tevahî pêkhateyên ku bi hev re di bin banê projeya Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk de dijîn li hember êrişên dagirkeriyê, yên bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê û projeya demokratîk bisekinin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Vebijêrka me berxwedan û girêdana bi xakê ve ye. Em koçberiyeke din qebûl nakin. Em ê bêdeng nemînin. Em ê çek rakin û xak û gelê xwe biparêzin."

Endama rêvber a Yekitiya Jinên Ermenî Enahît Qesbiyan êrişên dewleta Tirk şermezar kir û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser herêmê û gelên wê ew e ku pêkhateyan qir bike, gelan parçe bike û komkujiyan li dijî Ermenan dûbare bike.

Enahît Qesebiyan anî ziman ku we rê nedin dewleta Tirk a dagirker ku xaka wan dagir bike û got: "Li hemberî êrişên Tirkiyê em  ê li ber xwe bidin û têkoşînê xurt bikin."

(dm)

ANHA