Li nêzî Keleha Helebê; partî û tevgerên sûrî êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Partî û tevgerên sûrî yên bi navê “Kombûna Niştîmanî ya Demokratîk a Sûrî” êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xaka Sûriyê şermezar kirin û bang li Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê kirin ku deriyên girtî vekin û di parastina xaka Sûriyê de xwedî li erka xwe derkevin.

Li nêzî Keleha Helebê; partî û tevgerên sûrî êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
22 mijdar, 2022   16:15
HELEB

Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, helwesteke cidî ji aliyê gel ve hat nîşandan. Di vê çarçoveyê de jî îro partiyên siyasî û tevgerên sûrî bi daxuyaniyeke hevbeş êrişên dagirkeriya Tirk û bêdengiya Amerîka û Rûsya ya li hember wan êrişan şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê siyasetmedarê serbixwe Îsam Ezûz ve û bi beşdariya bi dehan nûner û sekreterên partiyên siyasî li Beyt El Ume El Sûriye ya li nêzî Kehela Helebê, hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Hemdemî êrişên Îsraîlê yên li dijî xaka me, dagirkeriya Tirk jî êrişên xwe yên bênavber li dijî me didomîne.

Di encama êrişên dawî yên dagirkeriya Tirk de bi dehan kes şehîd û birîndar bûn. Ev êriş li ber çavê civata navneteweyî ya bêdeng pêk tên. Eger dijmin erêkirinek nestandibe, ew nikare bi vî rengî êrişên hewayî li dijî baregehên amerîkî pêk bîne. Her wiha helwesta Rûsya jî nediyar e û tev li bêdengiya navneteweyî bûye. Eger ne wiha be balafirên şer ên Tirkiyê nediketin qada hewayî ya Sûriyê.

Em ji bo pêkanîna armancên gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wî dixebitin û bang li hikumeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser dikin ku deriyên girtî vekin û hemû xalên asteng derbas bikin û li hember van binpêkirin û êrişan xwedî erka xwe ya dîrokî derkevin û bi diyalog û hevgirtinê xaka Sûriyê biparêzin û piştgiriya berxwedana gel bikin.

Em piştgiriya xwe ji gelê xwe yê li seranserî xaka Sûriyê re nîşan didin û hemû êrişan red dikin. Her wiha teqezî bi girîngiya derkirina tevahiya hêzên dagirker ji xaka xwe didin û em bêdengiya civata navneteweyî ya li hember kiryar û komkujiyên dagirkeriya Tirk şermezar dikin.

Partî, rêxistin û kesayetên hevbeş di daxuyaniyê de hazir bûn ev in:

-Partiya Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê

-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

-Partiya Guhertin û Pêşxistinê

-Partiya Sûriya Pêşerojê

-Partiya Demokratîk a Sûriyê

-Partiya Civakî ya Demokratîk

-Yekitiya Jinên Azad

-Hevgirtina Îlmanî

-Tevgera Guhertina Aştiyane

Kesayetên civakî û siyasî yên serbixwe ku tev li daxuyaniyê bûne;

Îsam Ezûz, nivîskarê siyasî Ehmed El Dirzî, Îlyas Hîlanî, Însaf Silêtîn, Useme Ebûdîkar, Hesen El Hac Îbrahîm, Cîhan El Seman û Rîhab Îbrahîm.

(mh)

ANHA