Di kêmtirî 20 saetan de 43 cih bûn hedefa êrişên dagirkeriya Tirk

Dewleta Tirk a dagirker ji saet 00:00`an de û heta saet 19:00`ê êvarê 43 gund û deverên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi dijwarî topbaran û bombebaran kirin.

Di kêmtirî 20 saetan de 43 cih bûn hedefa êrişên dagirkeriya Tirk
22 mijdar, 2022   16:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker ji şevê din de herêmên ji Şehbayê û heta Dêrazorê kirin hedefa êrişên xwe. Di êrişan de dîsa cihên tenduristî, perwerde, kahrebe, cihê petrol, baregeheke leşkerî û gund hatin hedefgirtin.

Bîlançoya êrişan a kêmtirî 20 saetan;    

* Dewleta Tirk a dagirker gundê Şêx Îsa yê navçeya Til Rifetê ya herêma Şehbayê bi çekên giran topbaran kir.

* Gundên Sêlim û Kûltepe yên rojava û rojhilatê Kobanê hatin topbaran kirin.

*Gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya girêdayî kantona Efrînê ya dagirkirî bi dijwarî tobparan kir.

*Gundên Wehşiyê û Hirbilê yên kantona Şehbayê topbaran kir.

*Artêşa Tirk a dagirker gundên Mehsenlî û Hoşeriyê yên bakurê bajarê Minbicê topbaran kir.

* Dewleta Tirk a dagirker baregeheke hevbeş a Yekîneyên Antî-Teror (YAT) û hêzên Koalîsyona Navnteweyî ya li bakurê bajarê Hesekê bombebaran kir. Li gorî agahiyan, di êrişê de 2 endamên YAT`ê şehîd bûne. Her wiha yek jê fermandar, 3 endamên YAT`ê jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku rewşa 2 birîndaran giran e.

* Balafirgeha Minix ya li herêma Şehbayê û gundên Elqemiyê û Kefer Antûn yên navçeya Şera a kantona Efrînê bi çekên giran topbaran kir.

*Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker 3 êriş li ser gundê Ewce yê dikeve başûrê rojavayê navçeya Til Temirê pêk anî.

*Leşkerekî hikumeta Şamê yê ku li nuqteya xwe ya li nêzî deriyê Nisêbînê yê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de bû, bi guleyên leşkerên artêşa Tirk a dagirker birîndar bû.

*Keşfên biçek yên dagirkeran gundê Gir Dahol ê li başûr rojavayê navçeya Tirbespiyê bombebaran kir.

*Cihekî petrolê yê nêzî gund ku dikeve nava zeviyê petrolê yê El Ode bombebaran kir.

*Gundên Siftek ê rojavayê bajarê Kobanê û gundê Qeremox ê li rojhilatê bajêr bi dijwarî topbaran kir.

*Navenda tenduristiyê ya gundê Qeremox a girêdayî Kobanê hat hedefgirtin.

* Gundên rojavayê Kobanê Zormixar, Ziyaretê û Çariqlî hatin topbaran kirin.

*Gundê Til Zîwan ê li rojhilatê bajarê Qamişlo bi topan hat hedef girtin.

*Balafirên dagirkeriya Tirk zêdetirî 3 caran cihekî petrolê yê li deriyê ketina navçeya Tirbespiyê yê li aliyê rojava bombebaran kir.

* Balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker, gundê Mekmen ê girêdayî herêma Dêrazorê ku 70 kîlometre dûrî sînor e 5 caran bombebaran kir.

*Dibistana gundê Koran ê rojhilatê Kobanê ji aliyê dewleta Tirk ve hat tobparan kirin.

*Dewleta Tirk a dagirker nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li gundê Siftek ê rojavayê Kobanê topbarankirin.

*Gundên Til Werde, Rebîa û Mihermila yên girêdayî navçeya Zirganê ya kantona Hesekê da ber topan.

*Gundên girêdayî Til Temirê; Til Leben, Gûzeliyê û gundê Til Tewîl ê Asûran ji aliyê balafirên şer dewleta Tirk ve hatin bombebarandin.

*Xaçrêya Elî Fero ya li Qamişloyê ji aliyê keşfên biçek ve hat hedefgirtin.

*Gundên Tat Maraş, Kefer Antûn û Îrşadiyê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê hatin topbarankirin. Di êrişan de leşkerekî hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da.

*Derdora gundê Dugirê û her du gundên Rûtan û Girkê Şemo yên Suryanan ku li bakur rojavayê navçeya Tirbespiyê dikevin, hatin topbarankirin.

* Balafirên bêmirov ên biçek ên dagirkeriya Tirk cihekî petrolê yê li rojhilatê navçeya Tirbespiyê û li nêzî rêya diçe gundê Mizgeftê, bombebaran kir.

*Gundê Ehrezê yê girêdayî kantona Şehbayê û gundê Elqemiyê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran kir.

ANHA