​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker careke din gundewarê Tirbespiyê û Amûdê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker careke din gundên navçeya Amûdê û gundekî Tirbespiyê topbaran dike.

​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker careke din gundewarê Tirbespiyê û Amûdê topbaran dike
22 mijdar, 2022   16:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji navçeya Amûdê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker gundên Til Kêf û Şorik ên Amûdê topbaran dike.

Her wiha eşkere kir ku heta niha 3 rokêt li her du gundan ketine.

Nûçegihanê me ji Tirbespiyê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker careke din gundê Dugirê topbaran dike.

Lê agahiyên der barê ziyanên topbaranê de nehatin bidestxistin.

ANHA