​​​​​​​Beşdarên merasîma sersaxiyê ya şehîdên Dêrikê: Dê serkeftin para gelên berxwedêr be

Beşdarên merasîma sersaxiyê ya şehîdên komkujiya Dêrikê destnîşan kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker dê îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk nebe û heta pêkanîna jiyaneke azad ew dê li ser şopa şehîdan bin.

​​​​​​​Beşdarên merasîma sersaxiyê ya şehîdên Dêrikê: Dê serkeftin para gelên berxwedêr be
22 mijdar, 2022   16:03
DÊRIK

Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Dêrikê ya Kantona Qamişlo merasîma sersaxiyê ya şehîdên komkujiyê: nûçegihanê ajansa me Îsam Ebdullah, Hisên Elî, Çîçek Harûnî, Hîlal Qasim, Hediye Ebdullah, Ibêd Xalid, Mehmûd Elî, Fayiz Ebdullah, Nûrî Çifecî, Hisên Xilto, Mazin Osî li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ya navçeyê li dar xist.

Di merasîma sersaxiyê ya 11 şehîdan de bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo, rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd ên herêma Cizîrê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêmê, Saziyên Civaka Sivîl û Kongra Star beşdar bûn.

/ar/uploads/files/2022/11/22/134234_2022-11-22-drk-kone-sersaxiye-sehd-28229.webp

Di serî de hevserokê Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya Dêrikê Hisên Remedan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Êdî gotin li hember têkoşîn û berxwedana şehîdên me bê wate dimînin; ji ber ku em nikarin heqê wan bidin. Dewleta Tirk a dagirker nikare îrade û moralê me bi van êrişan têk bibe, em ê heta pêkanîna armancên şehîdan têkoşînê bidomînin.”

HEDEFGIRTINA DENGÊ GELÊ BERXWEDÊR

Endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê Bahoz Elî der barê hedefgirtina nûçegihanê ajansa me Îsam Ebdullah de, destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker şehîd Îsam hedef girt ji ber ku kameraya wî rastiya gelê berxwedêr ji hemû cîhanê re radigihand.

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb wiha axivî: “Projeya neteweya demokratîk a ku hemû pêkhate tê de cihê xwe girtine, li xweşiya dewletên hegemonîk nexasim dewleta Tirk a dagirker naçe, ku naxwaze ev fikr li hundirê Tirkiyê jî belav bibe. Ji ber wê jî ji hemû aliyan ve êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, sivîlan hedef digire û komkujiyan pêk tîne.”

TIRKIYÊ DEWLETA TERORÊ YE

Bi navê eşîrên Ereb ên herêma Cizîrê jî, şêx Hisên El Sade destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dewleta terorê ye û got: “Dewleta Tirk li ser fikrê terorê hatiye avakirin, ku ji dema damezirandina xwe ve li dijî gelan komkujiyan pêk tîne.”

Şêx Hisên wiha domand: “Eger Tirkiyê erêkirin ji Rûsya û dewletên din wernegirtibe, ew nedikarî gelê me hedef bigirta. Armanca dewleta Tirk têkbirina projeya netewa demokratîk a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

Merasîm bi siloganên “Şehîd Namirin” û silavkirina şehîdan bi dawî bû.

(mh)

ANHA