Li Şerayê topbaran: leşkerekî hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da

Artêşa Tirk a dagirker 3 gundên navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî topbaran dike. Li gorî agahiyên destpêkê, di êrişan de leşkerekî hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest daye.

Li Şerayê topbaran: leşkerekî hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da
22 mijdar, 2022   13:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, dagirkeriya Tirk gundên Tat Maraş, Kefer Antûn û Îrşadiyê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran dike.

Li gorî agahiyên destpêkê yên ku nûçegihanê me bi dest xistine, di êrişan de endamekî hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da.

Topbaran heta kêliya amadekirina vê nûçeyê dewam dikir.

(cx)

ANHA