​​​​​​​Di nav de 2 gundên Suryanan, 3 gundên Tirbespiyê tên topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de derdora 3 gundên li navçeya Tirbespiyê topbaran dike.

​​​​​​​Di nav de 2 gundên Suryanan, 3 gundên Tirbespiyê tên topbarankirin
22 mijdar, 2022   13:48
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me dane, derdora gundê Dugirê û her du gundên Rûtan û Girkê Şemo yên Suryanan ku li bakur rojavayê navçeya Tirbespiyê dikevin, topbaran dike.

Gundên navborî bi hawanan tên topbarankirin. Heta niha agahiyên li ser zirarên di encama topbaranê de çêbûne, nehatine bidestxistin.

(cx)

ANHA